Hewlêr (Rûdaw) – Şandeya Îmraliyê ya ku ji Pervîn Buldan û Mîthat Sancar pêk tê, îro bi Selahattîn Demîrtaş û hevserokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli re hevdîtin kir.
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê pêr bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan kiribû.
Şandeyê piştî vê hevdîtinê, îro hevserokê giştî yê HDPyê yê berê Selahattîn Demîrtaş û hevserokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli ziyaret kir.
"Morala hevalên me gelekî baş bû"
Piştî ziyaretê ji aliyê şandeya DEM Partiyê ve daxuyaniyek hat dayîn.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Me îro li Girtîgeha Edîrneyê hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş û hevserokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli ziyaret kir.
Morala hevalên me gelekî baş bû, silavên wan ji her kesî re hebûn. Wan got ku ew li gorî derfetên girtîgehê pêvajoyê ji nêzîk ve dişopînin."
Agahiyên li ser yasaya çarçoveyê
Şandeyê diyar kir ku wan li ser qonaxa pêvajoyê agahî dane Demîrtaş û Mizrakli û wiha domand:
"Di hevdîtinê de me li ser yasaya çarçoveyê û qonaxa pêvajoyê agahî dan hevalên xwe. Me nirxandin û pêşniyarên wan wergirtin.
Hevalên me diyar kir ku derketina yasaya çarçoveyê ya ji Parlamentoya Tirkiyeyê bi piştgiriyeke mezin, gelekî hêja ye.
Ew bawer dikin ku ji bo bicihkirina yasayê dê hemû alî erkên xwe bi cih bînin. Wan tekez kir ku ji bo pêvajo bi awayekî tendurist bimeşe, beşdariya her kesî gelekî girîng e."
"Pêwîstiya me bi aştî û demokrasiyê heye"
Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku siyasetmedarên Kurd werin berdan:
"Wekî ku em her tim tînin zimên, êdî nabe hevalên me saetekê jî ji azadiya xwe mehrûm bimînin. Ev hem pêwîstiya edaletê ye hem jî pêwîstiya xweza ya pêvajoyê ye.
Bêhiqûqiya ku Demîrtaş û siyasetmedarên din ên li girtîgehê bi salan e rastî wê tên divê were rakirin.
Ev yek dê tevkariyeke mezin li avakirina aştî û demokrasiyê bike. Bi taybetî jî di vê serdema nû de ku yasaya çarçoveyê derî lê vekiriye û pêwîstiya me hemûyan pê heye."



