Hewlêr (Rûdaw) - Di lêpirsîna li ser komeke tawanan a ku tê îdiakirin Alîhan Kurîş serkêşiya wê dike de hûrgiliyên nû derketin holê.
Li Stenbolê hewl hatiye dayîn ku hinek belgeyên bi rêxistinê re pêwendîdar werin tunekirin û polîsan dest daniye ser belgeyên parçekirî.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê li ser komeke tawanan a ku tê îdiakirin Alîhan Kurîş serkêşiya wê dike dest bi lêpirsînekê kir.
Di çarçoveya lêpirsînê de doh operasyonek hat kirin.
Di operasyona ku navenda wê Enqere bû de li 17 parêzgehan û li 123 navnîşanan lêgerîn hat kirin.
Biryara desteserkirinê ji bo 49 gumanbaran hat dayîn ku Alîhan Kurîş jî di nav wan de ye.
Di çarçoveya lêpirsînê de îxbarek gihîşt ber destê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê.
Li gorî îhbarê, li navçeya Umraniyeyê ya Stenbolê li navnîşanekê hewl hatiye dayîn ku hinek belgeyên bi rêxistinê re pêwendîdar werin tunekirin.
Li ser vê yekê tîmên polîsan bi rê ketine û biryara lêgerîna li wê navnîşanê standiye.
Birêvebiriya Ewlehiyê ya Stenbolê li wê navnîşanê lêgerînek kiriye û derketiye holê ku îxbar rast e.
Tîmên polîsan di lêgerînê de dest daniye ser hinek belgeyên ku ji bo tunekirinê hatibûne parçekirin.
Alîhan Kurîş serê cemaeta Silêmanciyan e.
Kurîş çawa hat girtin?
Hûrgiliyên girtina Alîhan Kurîş jî eşkere bûn.
Operasyon saet 05:00an dest pê kir û polîsan ewil bi ser mala wî de girt lê Kurîş li malê nehat dîtin.
Tîmên polîsan tesbît kir ku Kurîş telefona xwe li malê hiştiye da ku polîs cihê wî tesbît nekin.
Polîsan pişt re tesbît kir ku Kurîş çûye navnîşaneke din û operasyon bir ser wê malê.
Di lêgerîna ewil a li wê malê de jî Kurîş nehat dîtin lê polîsan di lêgerîna duyem de li malê beşeke veşartî dît.
Alîhan Kurîş di wê beşa veşartî de xwe veşartibû û tîmên polîsan ew li wir girt.



