Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên çekdar ên Îranê bersiveke tund da daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump.
Donald Trump ragihandibû ku Amerîkayê Tengava Hurmizê kontrol kiriye lê Tehran dibêje ev îdia "derew û bêbingeh in."
Berdevkê Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiya Îbrahîm Zulfiqarî ragihand:
"Ew îdiayên bêbingeh ên Amerîkayê yên li ser derbasbûna asayî ya keştiyan a ji Tengava Hurmizê ji dereweke mezin pê ve ne tiştekî din in.
Tengava Hurmizê wekî berê bi temamî di bin birêvebirî û kontrola Komara Îslamî ya Îranê de ye.
Ti keştiyên tîcarî yan jî petrolhilgir ne niha û ne jî di paşerojê de nikarin bêyî destûr û çavdêriya hêzên çekdar ên Îranê bi silametî di vê tengavê re derbas bibin."
Trump roja Çarşemê ragihandibû ku Îran li hemberî dorpêçên deryayî yên Amerîkayê "bêçare û bêhêz e."
Wî tekez kiribû ku Washingtonê Tengava Hurmizê kontrol kiriye.
Tengava Hurmizê ji berê 6 mehan ve ku şerê Amerîka û Îsraîlê dest pê kiriye, ji aliyê Tehranê ve hatiye girtin.
Trump li ser tora civakî ya Truth Socialê nivîsî:
"Amerîkayê bi temamî Tengava Hurmizê kontrol kiriye û ez bawer dikim em dê vê kontrolê biparêzin."
Trump çend caran ducare kiriye ku Amerîka wê tengava girîng kontrol dike ku dergehek e ji bo hinartina enerjiyê û veguhastina kel û pelan ji bo welatên Kendavê û Îraqê.
Lê Îran tekez dike ku ew rê nade tevgera keştiyan li wî rêrewa avî vegere rewşa berî şerê Rojhilata Navîn.
Tehranê şert danîne ku divê keştiyên dixwazin di tengavê re derbas bibin berê destûrê bixwazin û rêyeke nêzîkî kênarên Îranê bi kar bînin.
Her wiha Îran dixwaze "baca xizmetguzariyê" ji keştiyan bistîne lê Washington û aliyên din vê daxwazê bi tundî red dikin.
Bersiva birêvebirên Îranê
Fermandarê hêzên Besîcê Husên Tayîb jî bersiva Trump û di daxuyaniyeke ku televizyona fermî belav kir de got:
"Îro hûn dibînin ku Tengava Hurmizê di bin birêvebirî û kontrola Komara Îslamî de ye û welatê me di nav aramiya herî mezin de di rêya xwe de berdewam dike."
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî jî hişyarî da ku Amerîka "nirxandinên xelet" dike.
Eraqçî li ser hesabê xwe yê Xê nivîsî:
"Amerîka ji ber şikestinên xwe yên îstixbaratî her tim nirxandinên xelet dike.
Mînaka herî baş şerê li dijî Îranê ye. Niha jî li ser Tengava Hurmizê nirxandineke xelettir dike."
Pêvajoya dan û standinan
Meha Nîsanê Amerîka û Îran li ser agirbestekê gihîştibûn peymanekê.
Paşê nîvê meha Hezîranê bi îmzekirina lihevtêgihiştinekê ji bo xelaskirina şer ev peyman xurttir bû lê ev lihevtêgihiştin destpêka meha Tîrmehê piştî destpêkirina êrişên leşkerî yên her du aliyan hilweşiya.
Ji dawiya meha borî ve êriş hatine rawestandin.
Trump behsa berdewamiya dan û standinên bi Îranê re kir lê Tehranê ev gotin red kirin.
Tehran dibêje ew tenê bi Umanê re li ser diyarkirina rêyeke ji bo Tengava Hurmizê dan û standinan dikin.
.webp&w=3840&q=75)


