Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî ya Parlamentoya Îranê Behnam Seîdî ragihand ku destûr nayê dayîn ti keştiyên Îsraîl û Amerîkayê di Tengava Hurmizê re derbas bibin.
Behnam Saîdî di axaftina xwe ya li televizyona dewletê de diyar kir ku ew rê nadin keştiyên welatên "dijmin" di Tengava Hurmizê re derbas bibin.
Keştiyên Îsraîlê
Sekreterê Komîteya Ewlehiya Neteweyî ya Parlamentoya Îranê Seîdî got, "Ti mafê keştiyên rejîma Siyonîst nîne ku di Tengava Hurmizê re derbas bibin.
Tewr heke keştiyek bi rejîmê (Îsraîl) re pêwendîdar be û bi alaya welatekî din kel û pelên Îsraîlê veguhêze jî mafê wê yê derbasbûnê tune."
Keştiyên Amerîkayê
Behnam Seîdî her wiha da zanîn heta ku Amerîka gef û dijminatiya xwe bi dawî neke, destûr ji bo derbasbûna keştiyên wê nayê dayîn.
Seîdî li ser vê mijarê wiha peyivî: "Heta ku keştiyên tîcarî yan leşkerî yên rejîma Amerîkaya sûcdar û êrişkar ji bo Îranê bibin gef û ji aliyê Hêzên Çekdar ên Îranê ve wekî dijmin werin pênasekirin, mafê wan ê derbasbûna ji Tengava Hurmizê nîne."



