Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz got, “Em ji Libnan û Sûriyeyê venakişin.”
Hebûna Îsraîlê ya li nav axa Libnan û Sûriyeyê berdewam dike. Israel Katz diyar kir ku ew dê ji wan deran venekişin û anî zimên:
"Em dê vê herêmê paqij bikin û ewlehiya niştecihên bakur misoger bikin. Em di bin ti şert û mercî de bi paş de gavan naavêjin, ne li Libnanê ne li Sûriyeyê û ne jî li Xezeyê."
Li gorî berpirsên Libnanê, artêşa Îsraîlê li başûrê welatê wan 68 gund û bajarok kontrol kirine.
"Em nikarin…”
Randa Haşima nişteciha Zewtera Rojava got:
"Em nikarin hest bi ewlehiyeke temam bikin çimkî hêzên Îsraîlê li van nêzîkan in, li Zewtera Rojhilat in. Heta niha hesteke temam a silametiyê nîne lê hebûna artêşa Libnanê ya li vir, li gundê me, hinekî me piştrast dike. Lê bi giştî, em hest bi ewlehiyeke temam nakin."
Car caran ew hêzên Îsraîlê, xelkê wê herêmê bi hinceta parastina ewlehiya welatiyên xwe yên li bakur desteser dikin.
Li gorî berpirsên Şamê jî artêşa Îsraîlê ji Kanûna Pêşîn a 2024an ve 250 welatiyên Sûriyeyê desteser kirine û hîn jî 50 ji wan di zindanan de mane.
“Zilm e, zilm e”
Heyam Ekaşeya xizma girtiyekî got:
"Em daxwaza wan girtiyan dikin ku di dilê me de ne, yên ku Îsraîlê birine. Hatin û nîvê şevê, dem ku ew di xew de bûn ew birin, ew ji nav jin û zarokên wan birin. Zilm e, zilm e, bi tohmetên ne rast ew birine."
120 kîlometre sînorê Îsraîlê bi Libnanê re û 80 kîlometre sînor jî bi Sûriyeyê re hene.
Li gorî dîmenên peykan, artêşa Îsraîlê bi kûrahiya 5-10 kîlometreyan ketiye nava axa Libnanê.
Her wiha artêşê bi kûrahiya 2-15 kîlometreyan û bi giştî jî 600 kîlometre çargoşe axa Sûriyeyê kontrol kiriye.
Beyrût û Şamê çend caran berpirsên Amerîkayê ji dilgiraniyên xwe yên derbarê mayîna artêşa Îsraîlê ya li nava axa welatên xwe agahdar kirine.
Berpirsekî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê jî doh ragihand ku mayîna artêşa Îsraîlê ya li başûrê Libnanê li gel wê peymanê nagunce ku di navbera Beyrût û Tel Evîvê de heye.



