Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Fermandarê Giştî yê Artêşa Îranê ragihand ku şiyana wan heye ku li hemberî Amerîkayê "şerekî demdirêj" bikin.
Wî her wiha îdia kir ku partiyên Rojhilatê Kurdistanê xwestiye bi alîkariya Amerîkayê êrişî Îranê bikin.
Lê wî da zanîn ku wan ev plan "pêşwext" pûç kiriye.
Alîkarê Fermandarê Giştî yê Artêşa Îranê Elîreza Şêx îro li ser aloziyên li gel Amerîkayê axivî û got:
"Pêngavên aqilmendane yên Îranê di şer de, Amerîka neçar kir ku tim dîtinên xwe yên siyasî ji nû ve binirxîne."
Şerê demdirêj û amadehî
Li gorî gotina Elîreza Şêx, cebilxaneyên wan tijî dron û mûşekên balîstîk in.
Wî diyar kir ku şiyana wan a ji bo "şerekî demdirêj" ê bi Amerîkayê re heye.
Alîkarê Fermandarê Giştî yê Artêşa Îranê da zanîn ku hêzên wan ên çekdar di amadehiyeke temam de ne û wiha domand:
"Şiyana me ya bersivdaneke guncav heye û em dikarin pêşwext jî tevbigerin."
Qala partiyên Rojhilatê Kurdistanê kir
Elîreza Şêx di beşeke axaftina xwe de qala egera vegera partiyên Rojhilatê Kurdistanê kir.
Wî îdia kir ku wan partiyan bi alîkariya Amerîka û Îsraîlê planeke bi vî rengî daniye.
Şêx li ser vê mijarê got, "Lê beriya ku ti êrişêm bejayî dest pê bike, me pêşwext gav avêt."
Elîreza Şêx her wiha da zaîn ku ji destpêka "şerê 40 rojî" yê ku 28ê Sibatê dest pê kiribû ve wan çend caran êrişî baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê kiriye.
Bi gotina wî armanca van êrişên ku li nav axa Herêma Kurdistanê pêk hatin ew bû ku pêşî li vegera wan a nav xaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê were girtin.
Wî rayedarê leşkerî yê Îranê tekez kir ku her êrişa bejayî ya li ser wan were kirin dê di destpêkê de were pûçkirin.
Partiyên Kurdan îdiayan red dikin
Gotinên Alîkarê Fermandarê Giştî yê Artêşa Îranê di demekê de ne ku partiyên Rojhilatê Kurdistanê bi dehan caran ev îdia red kiriye.
Ew partiyên ku endamên Hevpeymaniya Kurdistanî ne diyar dikin ku wan ti carî hewl nedaye serweriya Herêma Kurdistanê bin pê bikin.
Wan ragihandiye ku ew neçûne nav axa Rojhilatê Kurdistanê.
Her wiha partiyên Kurdan hebûna pêwendiyên bi Îsraîl û Amerîkayê re red dikin.
Wan destnîşan kiriye ku ji bo êrişkirina ser Îranê wan ti çek wernagirtine.
Amarên êrişan
Îran bi hinceta lêdana partiyên Rojhilatê Kurdistanê, êrişên xwe yên bi dronan ên li ser Herêma Kurdistanê didomîne.
Li gorî amarên Rûdawê, ji destpêka îsal ve bi zêdetirî 965 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Di encama van êrişan de 32 kesan canê xwe ji dest da û 156 kes jî birîndar bûn.



