Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyên Tirkiye û Îranê ji bo ewlehiya sînoran li parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê civiyan.
Şandeyên her du welatan li ser ewlehiya sînoran hevdîtin kir.
Di civînê de mijarên wekî rêgirtina li koçberiya neyasayî û têkoşîna li dijî qaçaxçîtiya madeyên hişbir hatin gotûbêjkirin.
Parêzgarê Agiriyê û Fermandarê Makûyê hevdîtin kir
Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Agiriyê, îro şandeya Tirkiyeyê ya bi serokatiya Parêzgarê Agiriyê Onder Bozkurt û şandeya Îranê ya bi serokatiya Fermandarê Sînor ê Herêma Makûyê Mehdî Hebîbzade civiyan.
Li gorî agahiyan, şandeyên her du welatan di civînê de bi taybetî li ser xurtkirina ewlehiya sînoran, rêgirtina li ber koçberên neyasayî û têkoşîna li dijî qaçaxçîtiya madeyên hişbir gotûbêj kir.
Her du aliyan li ser zêdekirina kapasîteya kar û barên gumrikê û hêsankirina derbasbûna barhilgiran a li ser sînor jî nîqaş kir.
Bipêşxistina hevkariya li ser sînoran
Parêzgariya Agiriyê destnîşan kir ku şandeyên her du welatan di civînê de ji bo bipêşxistina hevkarî û ewlehiya sînoran rewşa heyî nirxand.
Her wiha li ser berdewamiya hevahengiya di navbera hêzên sînor de lihevhatinek çêbû.
Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi rêya parêzgehên Agirî, Îdir, Wan û Colemêrgê bi dirêjahiya 560 kîlometreyî bi Rojhilatê Kurdistanê û Îranê re hevsînor in.
Her wiha di navbera her du aliyan de 3 deriyên sînorî yên çalak hene û ji wan deriyan çûn û hatin û bazirganî tên kirin.



