Stenbol (Rûdaw) - Pêvajoya çareseriyê bi Yasaya Çarçoveyê derbasî qonaxa hiqûqî dibe.
Pêşniyaryasaya pêvajoya çareseriyê ku ji 12 madeyan pêk tê, li Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê hat qebûlkirin.
Piştî ku qonaxên li parlamentoyê temam bûn dê pêşniyaryasa ji aliyê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ve were îmzekirin.
Piştî ku di Rojnameya Fermî de were belavkirin dê bibe yasa.
Tîma Rûdawê nêrîna Kurdên li Stenbolê pirsî
Yasaya Pêvajoya Çareseriyê di rojeva hemû Kurdan de ye.
Ji ber vê yekê tîma Rûdawê ya Stenbolê daket kolanan û nêrîna Kurdên Stenbolê ya li ser yasayê pirsî.
Piraniya Kurdên Stenbolê dibêjin kêmasiyên yasayê gelek in lê ji bo gava ewil baş e.
Ew dibêjin ku lazim e ji niha û pê ve gavên din ên yasayî jî li ser çand û zimanê Kurdî bên avêtin.
Her wiha Kurdên Stenbolê ji Rûdawê re got, “Bila Demîrtaş û hemû girtiyên siyasî werin berdan.”
"Divê dayîk û bav rondikan nebarînin"
Welatiyê Kurd Kenan Kiliç li ser mijarê got:
“Di serî de ji bo rûmeta Kurdan, ev yasayeke baş xuya dike. Ji bo ku ev xwîn û nebaşî ji nav Kurdan rabe baş e.
Kesên ku ketine nav vê dozê, çi li hundir çi li derve divê ew serbest bibin. Ev yek girîng e, divê neyên girtin û şikandin. Êdî divê dayîk û bav jî rondikan nebarînin.”
Kurd li bendê ne ku gavên berbiçav werin avêtin
Welatiyê Kurd Rohat Çubuk jî wiha axivî:
“Em dixwazin ku gelê me jî di nav pêvajoya aştiyê de cih bigire. Ev yasa gava ewil e. Piştî vê yasayê divê yasayên nû jî derkevin da ku ev pirsgirêk were çareserkirin.”
Welatiyê Kurd Alî Îhsan Hatun ev tişt anîn zimên:
“Hêviya me ew e ku Serok Selahattîn Demîrtaş û Serok Ocalan werin berdan. Jixwe Serok neyê berdan ev pêvajo bi rê ve naçe.
Xwarzê min di girtîgehê de ye, cezayê heta hetayê xwariye. Her wiha biraziyê min jî girtî ye. Em li bendê ne ku ew werin berdan.”
"Bila bibe wesîleya çareseriya Pirsgirêka Kurdan"
Welatiyê Kurd Alî Ozay jî got, “Tevî hemû kêmasiyên yasayê jî divê mirov bi giştî li dijî vê yasayê dernekeve. Divê ev yasa bibe wesîleya çareseriya Pirsgirêka Kurdan.
Divê girtiyên siyasî werin berdan. Di serî de Demîrtaş û Mizrakli divê hemû girtiyên siyasî werin berdan.”
Welatiyê Kurd Riza Yeşîlfîdan jî got, “Va 30 sal in dewlet me dixapîne, ev pêvajo jî hîn didome. Baweriya min bi vê yasayê qet nayê. Divê zimanê me Kurdî jî bikeve nav yasayê.”


