Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amaran, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara girtiyan bi qasî 129 hezar kesan di ser kapasîteyê re ye û hejmara giştî ya girtiyan gihiştiye 433 hezar û 520 kesan.
Di girtîgehan de 4 hezar û 636 zarok hene. Her wiha 6 hezar û 869 kesên ku temenê wan ji 65 salî mezintir jî girtî ne.
Birêvebiriya Giştî ya Girtîgehan (CTE) amarên nû yên 3yê Tebaxa 2026an eşkere kirin.
Li gorî van amaran, li tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 368 hezar û 293 kesên cezakirî û 65 hezar û 227 girtî hene.
Ji aliyê zayendî ve jî 412 hezar û 76 kesên di girtîgehan de mêr in û 21 hezar û 444 kes jî jin in.
Kapasîte ji sedî 42,5 derbas bûye
Kapasîteya giştî ya 402 girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 304 hezar û 278 kes e lê li gorî rewşa niha, 129 hezar û 242 kes (nêzî ji sedî 42,5) ji sînorê kapasîteyê zêdetir in.
Bi vê zêdebûnê re, rêjeya tijîbûna girtîgehan gihiştiye ji sedî 142,5an.
Dabeşkirina li gorî temen
Li gorî medyaya Tirkiyeyê, di amarên CTEyê de komên temen ên girtî û cezakiriyan bi vî rengî ne:
• Zarok (12-18) salî: Di girtîgehan de 4 hezar û 636 zarok hene (4 hezar û 404 kur, 232 keç). Ji wan 1,401 cezakirî ne û 3,235 jî girtî tên darizandin.
• Koma 18-40 salî: Ev koma herî qerebalix e û ji 282 hezar û 931 kesan pêk tê. Ev yek nêzîkî ji sedî 65ê hejmara giştî ye.
• Koma 40-65 salî: Di vê koma temen de 139 hezar û 84 kes hene.
• Koma 65 salî û berjortir: Di girtîgehan de 6 hezar û 869 kesên kal û pîr hene (6,594 mêr, 275 jin). Ji van 6 hezar û 244 kes cezakirî ne, 625 kes jî girtî ne.
Bi giştî nêzî ji sedî 85ê kesên di girtîgehan de cezakirî ne (cezayê wan hatiye birîn). Ji sedî 15 jî ew kes in ku heta niha darizandina wan didome û girtî ne.



