Hewlêr (Rûdaw) - Pêşniyaryasaya “Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" li Parlamentoya Tirkiyeyê hat qebûlkirinî
Pêşniyaryasaya “Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" ya ku wekî "Yasaya Çarçoveyê" jî tê binavkirin, li Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê hat qebûlkirin.
Tê pêşbînîkirin ku ev yasa ji bo pêvajoya çareseriya Pirsgirêka Kurdan bibe çarçoveyeke yasayî.
Pêşniyaryasa di encama hevdîtin û gotûbêjên li Lijneya Giştî de, bi piraniya dengan ji parlamentoyê derbas bû.
Pêşniyaryasaya bi 468 dengên erê, 88 dengên nexêr û 6 dengên bêalî hat qebûlkirin.
Piştî bidawîbûna hevdîtinan, parlamento heta 1ê Çiriya Pêşîn ket bêhnvedanê.
Yasa ji 12 madeyan pêk tê
Yasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî, bi madeyên bicihkirinê re bi giştî ji 12 madeyan pêk tê.
Ji bo ku yasa were bicihkirin, şert hatiye danîn ku biryara Komîteya Ewlehiya Neteweyî (MGK) di Rojnameya Fermî de bê weşandin.


