Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Navenda Lêkolînan a Rawestê li Enqereyê Roj Girasun ragihand ku ji bo destpêkirina pêvajoyeke nû di nav civaka Kurd û Tirk de piştgiriyeke berbiçav heye lê guman û bêbawerî bûye hesta serdest a her du aliyan.
Girasun diyar kir, xelk ji şerê 40 salî westiyaye û dixwaze pêvajo bidome.
Wî bal kişand ser wê yekê ku xelk ji bo bihêzbûna baweriyê li benda gavên pratîk e.
"Siyaseta ewlehiyê kiribû bingeh"
Birêvebirê Navenda Lêkolînan a Rawestê Roj Girasun li ser helwesta raya giştî ya Kurd û Tirkan a li ser destpêkirina pêvajoya çaçreseriyê ji Rûdawê re axivî û got:
“Dema ku pêvajoya aştiyê dest pê kir, raya giştî ya Kurd û Tirkiyeyê matmayî ma. Ji ber ku nêzîkî 10 salan e Hevpeymaniya Cumhur li Tirkiyeyê li ser desthilatê ye û di Pirsgirêka Kurdan de siyaseta ewlehiyê kiribû bingeh."
Girasun bal kişand ser wê yekê ku di 10 salên borî de Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) û Serokê Giştî yê wê partiyê Devlet Bahçelî wekî "asteng" li pêşiya çareseriyê dihatin dîtin û got:
"Daxuyaniya Bahçelî ya Çiriya Pêşîn a 2024an raya giştî ya Tirkiyeyê û Kurdan şok kir."
"Hesta sereke guman û tirs e"
Birêvebirê Navenda Lêkolînan a Rawestê pêvajoya niha û pêvajoya sala 2013an da ber hev û ev tişt anîn zimên:
"Ev pêvajo ji pêvajoyên berê cuda ye û ev cudahî di nava raya giştî û civakê de jî xuya dike. Sala 2013an, dema ku tu li kolanên Amedê û bajarên din ên Bakurê Kurdistanê digeriyayî, hesta sereke coş û hêvî bû. Lê ji Çiriya Pêşîn a 2024an û vir ve, hesta sereke nediyarî, guman û tirs e."
Li gorî gotina Girasun, di nava raya giştî ya Kurdan de pirsa "Eger vê carê jî bi ser nekeve, êdî dê çawa bi ser bikeve?" serdest e.
Bi gotina Girasun ji ber ku têkçûna pêvajoya berê, "trawmayeke mezin" li pey xwe hiştiye.
“Westandin ji hêviyê bi hêztir e”
Roj Girasun li ser guherîna helwesta raya giştî ya Kurdan a ji destpêka pêvajoyê heta niha got:
"Di destpêka pêvajoyê de ji sedî 50 heta ji sedî 60 yê raya giştî ya Kurdan piştgirî dida pêvajoyê û hêviya wan pê hebû.
Niha piraniya Kurdan piştgiriyê didin pêvajoyê û tirsa wan jî kêm bûye lê hêviya wan wekî pêwîst geş nîne."
Girasun di wê baweriyê de ye ku ruhê civaka Kurd a li bajarên Bakurê Kurdistanê westandineke kûr nîşan dide û wiha domand:
"Piştî 40 salên pevçûnên di navbera PKKyê û dewletê de civak westiyaye û dixwaze pêvajo bidome. Yanî, ji hêviyê zêdetir westandin handera sereke ye."
Piştgiriya Tirkan bihêz e lê baweriya wan nîne
Li ser raya giştî ya Tirkiyeyê jî Girasun destnîşan kir ku her çend di destpêkê de piştgirî kêm be jî ji Çiriya Pêşîn a 2024an ve roj bi roj piştgiriya ji bo pêvajoyê zêde bûye.
Wî tekezî li ser wê yekê jî kir û got, "Piştgirî bihêz e lê bawerî lawaz e."
Girasun raya giştî ya Tirkiyeyê di vî warî de dike sê beş:
· Yekem, alîgirên Hevpeymaniya Cumhur (AK Partî û MHP): Baweriya wan nîne ku PKK çekan deyne.
· Duyem, alîgirên mixalefetê: Pêvajoyê wekî gaveke hilbijartinê ji bo mayîna Erdogan a li desthilatê dibînin.
· Sêyem, beşek ji Tirk û Kurdan: Baweriya wan kêm e ku mafên demokratîk û rewa yên Kurdan werin dabînkirin.
“Li benda gavên pratîk in”
Roj Girasun li ser bendewariya raya giştî ya ji bo zêdebûna baweriyê got:
"Raya giştî li benda sê gavên sereke ye. Yekem, rakirina qeyûman a ji ser şaredariyan. Duyem, wekî sembolekê dawîanîna li zindankirina Selahattîn Demîrtaş. Sêyem, dawîanîna li Doza Kobaniyê."
Birêvebirê Navenda Lêkolînan a Rawestê di wê baweriyê de ye ku eger ev gav bên avêtin di demeke kurt de dê piştgirî zêdetir bibe.
Girasun li ser vê yekê jî got, "Rewatiya vê pêvajoyê ji pêvajoyên berê zêdetir e. Ji ber ku daxuyaniya Bahçelî rewatîyeke dewletî daye wê. Ji bilî partiyên biçûk ên tundrew ên neteweperest, ti aliyan li Tirkiyeyê li dijî pêvajoyê nasekine.
Her wiha raya giştî ya Kurd û siyaseta Kurdî jî ji bo vê qonaxê amadetir in."


