Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan wêneyek belav kir ku di dema serdana Îmraliyê de bi Abdullah Ocalan û malbata wî re hatiye girtin.
Biraziyê Abdullah Ocalan û Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan, cara ewil li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wêneyekî hevdîtina malbatî belav kir.
Omer Ocalan ji Rûdawê re diyar kir ku ev wêne 31ê Çiriya Pêşîn a 2025an di dema hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hatiye girtin.
Di hevdîtinê de xwişka Abdullah Ocalan Fatma Ocalan û biraziyên wî Omer Ocalan, Berfîn Ocalan û Alî Ocalan amade ne.
Ev cara yekem e ku wêneyekî taybet bi vê hevdîtinê tê belavkirin.
Omer Ocalan her wiha da zanîn ku wî 2 meh beriya niha jî Abdullah Ocalan ziyaret kiriye.
Bi gotina Omer Ocalan rewşa tenduristî û moralê Ocalan baş bûne.



