Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan derbarê Yasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî ragihand, ev pêvajo ne helandina nasnameya Kurdan e, berevajî yasayîkirina hebûnê ye.
Parlamentoya Tirkiyeyê îro demjimêr 11:00 dest bi nirxandina Projeyasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî kir.
Tuncer Bakirhan di axaftina xwe bangî gelê Tirk û Kurd kir û ji bo Kurdan got:
“Ev pêvajo ne helandina nasnameya me ye, berevajî yasayîkirina hebûna me ye. Em tirsa gelo ‘Em dê dîsa werin xapandin’ dizanin. Kurd miletekî rêxistinkirî ye û em dê ji bo çareseriya demokratîk bixebitin.”
Bakirhan diyar kir ku dema parlamento di meha çiriya pêşîn de vebû dê ji bo mafên Kurd û Elewî û jinan gavên demokratîk bên avêtin.
“Eş êşa me hemûyan e”
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan wiha axivî:
“Ez dixwazim ji vî kursiyî bi dilekî vekirî bangî birayên xwe yên Tirk bikim: Di vê pêvajoyê de tiştek ji we kêm nabe û nabe jî. Berevajî dê ev pêvajo Tirkiyeyê mezin bike û xweşguzeraniyê bîne.
Yekbûna welat û nirxên wî bi ti awayî ne mijarên gotûbêjê ne. Sed sal in we bi parçebûnê tirsandin û disa behsa wê tirsê dikin.
Lê tiştê ku ev welat ber bi parçebûnê dibir, şer bi xwe bû. Eger Kurdan cudabûn bixwesta, em dê bi hevalên xwe re ne di bin banê vê parlamentoyê de bûna.
Em li vê derê ne, ji ber ku welat hevbeş e û siberoj hevbeş e. Ez bangî malbatên ku zarokên xwe ji dest dane jî dikim: Rêza herî mezin a ji bo bîranîna zarokên we ew e ku ti zarokê din nemire û zererê nebîne.
Em qet êşên we li mêzênê naxin û rikeberiyê nakin, êş li kîjan malê dibe bila bibe, ji Şirnexê heta Tekîrdagê êşa me hemûyan e.”



