Hewlêr (Rûdaw) - Pêşniyaryasaya "yasaya çarçoveyê" îro li Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê tê nîqaşkirin.
Biryara Serokê Giştî yê Partiya NÛ Ozgur Ozel û koma wî ya li ser vê pêşniyarê eşkere bû.
Ozgur Ozel û birêvebirên Partiya NÛ ragihand ku ew dê dengê "erê" bidin. Parlamenterên din ên partiyê jî dê li gorî “meyla herêmên xwe” biryarê bidin.
"Pirsgirêka Kurdan ne tenê mijara danîna çekan e"
Ozgur Ozel li ser navê partiya xwe axaftinek kir û di axaftina xwe de bal kişand ser çareseriya Pirsgirêka Kurdan û got:
"Pirsgirêka Kurdan tenê ne mijara terorê ye. Tenê ne mijara danîna çekan a rêxistinekê ye.
Ev mijara welatîbûna wekhev, hiqûq û jiyana di nav aramiyê de ye. Ev pirsgirêka 86 milyon welatiyên me ye."
Ozgur Ozel diyar kir ku pêbendiya hevwelatiyan a ji bo edalet û komarê ne bi tirsê, bi hestê pêvebûn û baweriyê dibe.
Ozgur Ozel di axaftina xwe de rexne li hikûmetê jî girtin û anî zimên:
"Me bi salan xwest ku komîteyek were avakirin. Tevî hemû provokasyon û sabotajan, em li ser maseyê man lê mixabin desthilata siyasî ev pêvajo bi xemsariyeke mezin bi rê ve bir.
Mijar ji dan û standina civakî derxist û bi hevdîtinên dualî pêk anî. Heta li komîteyê êrişî wan parlamenteran kirin ku pirs dipirsîn."
"Em dê rê li ber aştiyê vekin"
Ozgur Ozel destnîşan kir ku her çi qasî naveroka pêşniyarê bi pirsgirêk be jî, ew dê piştgiriyê bidin aştiyê û got:
"Eger hûn li kolanê ji welatiyan bipirsin ka mafê kê heye ku ji vê pêşniyarê re bibêje 'na', bê guman ew dê bibêjin 'Partiya NÛ.'
Em in ku bi rojan e tên rexnekirin lê em in ku dê sibe vî welatî bi rê ve bibin. Partiya NÛ ya ku mafê wê yê 'na'yê heye, dê xwe li ber aştiyê neke asteng. Em dê rê li ber aştiyê vekin."
Ozgur Ozel bi bîr anî ku wan îmzeya xwe daniye bin rapora komîteyê û got:
"Em îmzeya xwe wekî namûsê dibînin. Em dê dûvçûna wê îmzeya we jî bikin ku we avêtiye bin pêşniyara ku beşa 7an tê de ye.
Ez û hevalên xwe em dê dengê 'erê' bidin. Lê ez bangî parlamenteran dikim ku li gorî hestyariyên herêmên xwe biryarê bidin."



