Hewlêr (Rûdaw) - Serokê ÎYÎ Partiyê Musavat Dervîşoglu bi tundî li dijî Yasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî derket û got, “Li dijî nasnameya me ya neteweyî û komara me serhildanek e.”
Parlamentoya Tirkiyeyê îro demjimêr 11:00an dest bi nirxandina Projeyasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî kir.
Vekirina Parlamentoyê bi axaftinên Serok û Serokwekîlên partiyan dest pê kir.
Musavat Dervîşoglu ji ber yasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî rexneyên tund li desthilatê girtin.
“Ev serhildanek e”
Dervîşoglu got ku bi yasayê “Kurd û PKK kirine yek" û çareserî "Di kar û nan û perwerdeyê de ye" û bi vî awayî peyivî:
“Kî çi navî li vê pêvajoyê dike, bila bike, ji bo me navê wê, li dijî nasnameya me ya neteweyî û komara me serhildanek e.
Ez bibêjim ev çima serhildanek e, ew pirsgirêka ku hûn bi berdewamî wekî pirsgirêka Kurdan bi nav dikin û nikarin naveroka wê tijî bikin heye, ji ber ku we Kurd kirine mijara pirsgirêkê û hûn dixwazin bi PKKyê re bikin yek, ev serhildanek e.
Miletê me bi feraseta xwe ya zîrek nehatiyê vê lîstikê û rê nedaye ku Kurd û PKK bi hev re werin bilêvkirin lê ji ber ku we ev tekst bilez û bez amade kiriye û we Kurd û PKK anîne cem hev, ev serhildanek e.
Ji ber ku hûn ji bo ‘Tirkiyeya Bê Teror’ bi rê ketin û hûn dixwazin girtiyê heta hetayê yê li Îmraliyê wekî qeyûm deynin ser Kurdan, ev serhildanek e.”



