Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Wezîrê Kar û Ewlehiya Civakî yê Tirkiyeyê Ahmet Aydin, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wêneyek parve kir.
Ahmet Aydin bi wî wêneyî pesendkirina projeyasaya "Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" pîroz kir.
Di wêneyê de wêneyên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî û Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş cih digirin.
Her wiha di beşa jêrîn a wêneyê de sîluetên mirovên ku destên hev girtine hene.
Di destê fîgurekî yê li quncikê jêr ê rastê de jî Alaya Kurdistanê heye.
Rastî rexneyan hat û jê bir
Alaya Kurdistanê ya du wêneyê de rastî rexneyên bikarhênerên medyaya civakî yên neteweperestên tundrew û dezgehên medyayê yên li dijî yasayê hat.
Li ser vê yekê Ahmet Aydin parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe jê bir.

"Dîrok ji pêşniyaryasayekê zêdetir tiştan dinivîse"
Ahmet Aydin di parvekirina xwe de wiha gotibû:
"Dîrok, carinan ji pêşniyaryasayekê gelekî zêdetir tiştan dinivîse!
Pêşniyaryasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî di çarçoveya armanca 'Tirkiyeyeke bêteror' de hatiye amadekirin.
Pêşkêşkirina vê pêşniyaryasayê ya ji bo Parlamentoya me, baweriya miletê me ya bi paşeroja hevpar bi awayê herî xurt nîşan dide. Her wiha îradeya bihêzkirina biratiya hezar salî ya bi hiqûqê nîşan dide.
Ev rûpela nû ya ku îro ji bo Tirk û Kurdên ku bi sedsalan e berê xwe didin heman qibleyê, di bin heman alayê de, di heman welatî de qedera xwe kirine yek vebûye, înşelah dê bibe mizgîniya Tirkiyeyeke bihêz ku aramî lê serdest e.
Ez ji dil spasiya mîmarê vê pêvajoya dîrokî Serokkomarê me Birêz Recep Tayyîp Erdogan, Birêz Devlet Bahçelî yê ku bi hişmendiyeke neteweyî piştgiriyeke xurt da pêvajoyê, Serokê me yê Parlamentoyê Birêz Numan Kurtulmuş û hemû partiyên me yên siyasî yên ku tevkariya avaker kirin, dikim.
Hêviya me ew e ku ev pêşniyara ku xwedî taybetiya bendeke dîrokî ye, bi îradeya Parlamentoya me di demeke herî kurt de bibe yasa û bibe yek ji kevirên bingehîn ên serdemeke nû ku yekîtî û bihevretiya miletê me zêdetir xurt dike. Xwedê yekîtî û bihevretiya me daîm û dewleta me mayînde bike."



