Hewlêr (Rûdaw) - Selahattîn Demîrtaş û Selçuk Mizrakliyê ku li Girtîgeha Edirneyê girtî ne, di çarçoveya hevdîtinên Yasaya Çarçoveyê de peyamek ji Parlamentoya Tirkiyeyê re şand.
Demîrtaş û Mizrakli di peyama xwe de destnîşan kir ku ev pêvajo ji bo paşeroja Tirkiyeyê xwedî girîngiyeke dîrokî ye.
Wan di peyama xwe de got, “Ev pêvajo ne pêvajoya perçebûn û veqetînê ye yan jî ne pêvajoya dan û standinê ye ku li ser bazarên erzan hatiye avakirin.”
Her du siyasetmedaran anî zimên ku armanca bingehîn a pêvajoyê ew e ku aramî, refah û biratiya 86 milyon mirovî xurt bike.
“Kesên bi guman nêzîk dibin dê tiştekî din nebînin”
Demîrtaş û Mizrakli diyar kir ku rexne û pêşniyarên li ser pêvajoyê biqîmet in û wan bangî hemû aliyan kir ku bi “baldarî, hestiyarî û ciddiyet” nêzîkî mijarê bibin.
Di peyamê de hat gotin ku kesên bi guman an jî bi pêşdaraziyên neyînî nêzîkî pêvajoyê dibin dê "ji bilî biratiya hezar salî, daxwaza hembêzkirina hev û hesta Tirkiyebûyîna bi Kurd û Tirkan re tiştekî din peyda nekin."
Her du navan destnîşan kir ku divê gavên hatine avêtin û dê bên avêtin rê li ber reformên nû vekin.
Wan anî zimên ku divê pêvajo bi reformên demokrasî, edalet, wekhevî û azadiyê bidome.
“Divê em êşên xwe bikin yek û li pey xwe bihêlin”
Demîrtaş û Mizrakli bal kişand ser wê yekê ku pêvajoya şer a 40 salî di nav civakê de birînên kûr vekirine.
Wan teqez kir ku divê pêvajo bêyî ku hesta “serkeftin” an jî “têkçûnê” çêbike, bê meşandin û got:
“Divê em êşên xwe bikin yek, li pey xwe bihêlin û dest bi dest ber bi paşerojê ve bimeşin.”
Wam spasiya Erdogan, Bahçelî û Ocalan kir
Demîrtaş û Mizrakli spasiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî kir ku di pêvajoya aştiyê de îradeyeke siyasî nîşan daye.
Her du siyasetmedaran her wiha spasiya Abdullah Ocalan, Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel û serok û nûnerên partiyên siyasî kir ku tevkariyê li pêvajoyê dikin.
Di peyamê de spasiya Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari û endamên Şandeya Îmraliyê jî hat kirin.
Her wiha Sirri Sureyya Onder bi rehmet û minetdarî hat bibîranîn.
Demîrtaş û Mizrakli peyama xwe bi van gotinan bi dawî kir:
“Xwedê ji her kesê ku tevkariyê li aştiyê dike û dilopek av bi ser vî agirî de dike razî be. Bila yasaya ku dê derkeve bibe wesîleya xêrê.”



