Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz di weşaneke zindî de pirsên di rojevê de bersivandin.
Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz di bersiva pirsa gelo sererastkirinên qanûnî yên di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de dê bandorê li Selahattîn Demîrtaş bikin an na de got:
"Sererastkirin an jî guhertinên bi vî rengî tenê ji bo kesekî nayên kirin.
Gava sererastkirineke giştî pêk bê, qanûn kê li xwe bigire, her kes dê jê sûdê bibîne.
Saziyên darazê dê biryara vê yekê bidin."
Cevdet Yilmaz anî ziman ku di pêvajoya çareseriyê de şertê sereke yê bicihanînê sererastkirinên hiqûqî, danîna çekan e.
Yilmaz destnîşan kir ku danîna çekan dê ji aliyê saziyên pêwendîdar, hêzên ewlehiyê, yekîneyên îstixbaratê û mekanîzmayên hatine avakirin ve bê tesbîtkirin û piştrastkirin.
Pişt re jî Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MGK) dê biryara vê rewşê bide û dê di Rojnameya Fermî de bê weşandin.
Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz got:
"Dê pêşî çek bên danîn. Ev yek dê bê tesbîtkirin û piştrastkirin.
Pişt re Konseya Ewlehiya Neteweyî dê biryarê bide û piştî wê jî dê pêvajoyên din ên hiqûqî dest pê bikin."
Yilmaz bi bîr xist ku "Pêşniyaryasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" li Komîsyona Dadê ya Parlamentoyê hatiye qebûlkirin û dê li Komîteya Giştî bê nîqaşkirin.
Wî diyar kir ku çarçoveya sereke ya vê pêşniyaryasayê bi xebata hevpar a partiyên siyasî yên di komîsyonê de derketiye holê.
Yilmaz anî ziman ku di pêvajoyên wiha de nêrîn û rexneyên cuda asayî ne lê divê mirov xwe ji provokasyon û agahiyên çewt dûr bigire.
Li ser Ocalan xaleke taybet nîne
Yilmaz her wiha destnîşan kir ku di çarçoveya van sererastkirinan de xaleke taybet a li ser Abdullah Ocalan nîne.
Yilmaz da zanîn ku sûcên beriya sala 2005an hatine kirin û sûcên mîna kuştina polîs û leşkeran, li derveyî vê qanûnê hatine hiştin.
Yilmaz got ku pêvajo dê ji aliyê desteyekê ve, bi serokatiya Alîkarê Serokkomar were koordînekirin.
Li gorî daxuyaniya Yilmaz, Wezaretên Dad, Karên Navxwe, Karên Derve û Parastinê, li gel Serokatiya MÎTê, Sekreteriya Giştî ya Konseya Ewlehiya Neteweyî û Sekreteriya Giştî ya Serokkomariyê dê di vê desteyê de cih bigirin û koordînasyona saziyan dê bi rêya vê pêkhateyê bê kirin.
"Tirkiye dê bikeve qonaxeke nû"
Yilmaz bal kişand ser berdêlên aborî û civakî yên şer û destnîşan kir ku bi bihêzbûna qada ewlehiyê re, çavkaniyên heyî dikarin zêdetir ji bo veberhênan, binesazî û bipêşketina mirovî bên veqetandin.
Yilmaz axaftina xwe wiha bi dawî kir:
"Bi çareserbûna vê meseleyê re, Tirkiye dê hem di warê demokrasiyê de hem jî di warê bipêşketinê de bikeve qonaxeke nû û ber bi standardên gelekî bilindtir ve gavan biavêje."
Yilmaz destnîşan kir ku eger pêvajo bi ser bikeve, ev yek dê ji bo tevahiya herêmê bibe mînakeke baş.



