Hewlêr (Rûdaw) - Lêpirsîna li Stenbolê ya li ser welatîbûna neyasayî, sepana "bi rêya veberhênanê dayîna welatîbûnê" careke din xist rojeva Tirkiyeyê.
Bîlançoya mafê welatîbûnê ya ku di 10 salên dawî de dane biyaniyan, encamên gelekî balkêş derdixe holê.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, bi îdiaya ku bi raporên sexte yên nirxandinê welatîbûna neyasayî hatiye dayîn, lêpirsînek da destpêkirin.
Destpêka nîqaşan bi operasyonekê bû ku navenda wê Stenbol bû û li 16 bajaran pêk hat.
Operasyon li dijî 90 gumanbaran, bi tohmeta ku di kirîn û firotina xaniyan de bi rengekî neyasayî welatîbûn wergirtine hat lidarxistin û 72 kes hatin desteserkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de derket holê ku gumanbaran bi raporên sexte yên pisporan, xaniyên erzan wekî xaniyên biha nîşan dane.
Wan bi van firotinan jî welatîbûna Tirkiyeyê bi dest xistiye.
Hat eşkerekirin ku bi vê rêbazê 687 kes bûne welatiyên Tirkiyeyê.
Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê piştî operasyonê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand:
"Mijara operasyonê, tenê sextekariya li ser belgeyên beriya serlêdanê ye.
Di çarçoveya erk û rayeyên xebatkarên me yên Birêvebiriya Giştî ya Nifûs û Kar û Barên Welatiyan de ti lawazî yan jî xemsarî nînin."
Welatîbûna 6 hezar û 134 kesan hat betalkirin
Wezaretê ragihand ku di encama lêkolînan de bawernameya veberhênanê ya hezar û 150 veberhêneran hatiye betalkirin.
Her wiha welatîbûna 5 hezar û 391 kesan bi hemû ferdên malbatê ji wan hatiye standin.
Ji bilî vê, welatîbûna 743 kesan jî (263 veberhêner û malbatên wan) bi hinceta "parastina ewlehiya neteweyî û nîzama giştî" hatiye betalkirin.
Bi vî awayî welatîbûna 6 hezar û 134 kesan bi temamî hat betalkirin.
Ji wan hezar û 413 kes veberhêner bûn û yên din jî malbatên wan bûn.
Rêya welatîbûnê ya bi veberhênanê çawa vebû?
Pêvajoya dayîna welatîbûna Tirkiyeyê ya li hemberî pereyan an jî veberhênanê sala 2016an dest pê kir.
28ê Tîrmeha 2016an Yasaya Welatîbûna Tirkiyeyê (Madeya 12an) hat guhertin.
Bi vê guhertinê, mafê welatîbûnê wekî "îstisna" dan wan biyaniyên ku li Tirkiyeyê veberhênanekê dikin.
12ê Kanûna Paşîn a 2017an bi guhertineke di Rojnameya Fermî de, şertên vê yekê hatin diyarkirin.
Li gorî vê, biyaniyên ku bi bihayê milyonek dolarî xanî bikirin û di tapoyê de şertekî deynin ku ew dê 3 salan nefiroşin, dikaribûn bibin welatiyê Tirkiyeyê.
Bi 250 hezar dolarî welatîbûn
Paşê 19ê Îlona 2018an ev sînor ji bo 250 hezar dolarî hat daxistin.
Sala 2022yan sînor careke din hat guhertin û derket 400 hezar dolarî.
Bi vî awayî, yên ku bi 400 hezar dolarî xaniyekî guncav bikirin û soz bidin ku dê 3 salan nefiroşin, an jî 500 hezar dolarî sermayeya sabit razînin, mafê welatîbûnê bi dest dixin.
Her wiha ev vebijarkên din jî hene:
· Peydakirina derfetên kar ji bo herî kêm 50 kesan.
· Bi şertê ku 3 salan li bankê bimîne, razandina 500 hezar dolarî li bankeyên Tirkiyeyê.
· Kirîna 500 hezar dolarî kartên deynên dewletê yan jî fonên veberhênanê (bi şertê 3 salan).
· Danîna 500 hezar dolarî di sîstema malnişîniya kesî de.
Tenê bi razandina pereyan serlêdan naqede. Divê saziya pêwendîdar belgeya 'veberhênana guncav' bide.
Ji bo kirîna xaniyan, berê raporên şirketên serbixwe (SPK) dihatin qebûlkirin lê ji sala 2024an pê ve ev erk tenê dan şirketa Gayrimenkul Degerleme A.Şyê ku bi ser TOKÎyê ve ye.
Li ser esasê vê raporê, Birêvebiriya Tapoyê belgeya guncavbûnê dide, pişt re MÎT û Polîs (Îstixbarata Ewlehiyê) li ser serlêder lêkolîna ewlehiyê û arşîvê dikin.
Di dawiyê de, bi pêşniyara Birêvebiriya Nifûsê û erêkirina Serokkomar, welatîbûn tê dayîn.
Welatîbûna ji bo 174 hezar kesan
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Mustafa Çîftçî, 29ê Gulanê eşkere kiribû ku ji sala 2018an heta wê demê 174 hezar û 567 kesan bi rêya veberhênanê welatîbûn wergirtiye.
Çîftçî ji rojnameger Kemal Ozturk re gotibû:
"Sepana welatîbûnê ya bi pereyan, sala 2017an dest pê kir û sala 2018an kesê yekem bû welatî.
Heta îro 51 hezar û 762 veberhêner, 122 hezar û 805 ferdên malbatan, bi tevahî 174 hezar û 567 kesan mafê welatîbûnê bi dest xistiye.
Bi vê yekê 16 milyar û 74 milyon dolarî wekî veberhênan ketiye welatê me."
Navên di lîsteyên sûcan de jî bûn welatî
Hinek kesên ku bi sûcên madeyên hişbir û rêxistinên mafyayî dihatin lêgerîn jî bi vê rêbazê bûne welatiyên Tirkiyeyê û vê yekê nîqaşên mezin derxistin.
Wekî mînak, Nenad Petrak ji aliyê Xirwatistanê ve bi bultena sor dihat lêgerîn lê derket holê ku wî Nîsana 2022yan li Stenbolê bi 250 hezar dolarî malek kiriye û ew bûye welatiyê Tirkiyeyê û navê 'Nenat Çelîk' li xwe kiriye.
Her wiha, Rawa Majidê ku wekî 'Roviyê Kurd' dihat naskirin, li Bodrumê bi 250 hezar dolarî vîlayek kirîbû û bûbû welatiyê Tirkiyeyê.
Yek ji wan jî welatiyê Swêdê Maximillian Virkin e ku FBIyê ji bo girtina wî xelat danîbû û bi bultena sor dihat lêgerîn lê wî jî sala 2019an li Stenbolê malek kirîbû û welatîbûn wergirtibû.
Welatiyê Albanyayê Flamur Sinanaj jî piştî kirîna xaniyekî ya sala 2019an, bi malbata xwe re bû welatiyê Tirkiyeyê.
Sinanaj pişt re li Bodrumê hat girtin û 2,5 salan li Tirkiyeyê di zindanê de ma û Sibata 2026an ew dersînorî Belçîkayê kirin.
Di 10 salan de 562 hezar kes bûn welatî
Di navbera salên 2016 û 2025an de, bi biryara saziyên fermî 562 hezar û 701 kes bûne welatiyê Tirkiyeyê.
Di heman demê de welatîbûna 213 hezar û 444 kesan jî hatiye betalkirin. Di nav van de penaberên Sûriyeyî yên ku bi veberhênanê welatîbûn wergirtiye jî hene.
Wezîrê berê yê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya eşkere kiribû ku heta Tebaxa 2024an ji Sûriyeyiyên di bin parastina demkî de bi giştî 238 hezar û 733 kes bûne welatiyê Tirkiyeyê.
Herî zêde sala 2019an (79 hezar û 757 kes) welatîbûn hatiye dayîn, sala 2020î 79 hezar û 720 kes, sala 2021ê jî 70 hezar û 514 kes bûne welatî.
Sala 2024an ev hejmar daket 34 hezar û 683yan lê sala 2025an dîsa zêde bû û gihîşt 48 hezar û 334 kesan.
Derxistina ji welatîbûnê jî herî zêde sala 2018an (33 hezar û 62 kes) pêk hatiye. Ev hejmar ji bo sala 2025an, 9 hezar û 980 kes e.
Doza TBByê hat redkirin
Mafê welatîbûnê yê bi veberhênanê, hem ji aliyê mixalefetê ve û hem jî ji aliyê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) ve hat rexnekirin.
TBByê sala 2022yan bi daxwaza betalkirinê li Şûraya Dewletê (Daniştay) doz vekir.
TBByê di daxwaznameya dozê de diyar kir ku divê şertên bingehîn ên welatîbûnê li gorî Destûra Bingehîn bi yasayekê werin diyarkirin.
Li gorî Baroyê, ne yasayî ye ku pêwendiyeke wiha ya navbera şexs û dewletê tenê bi pereyan bê kirîn.
Her wiha Baroyê anî ziman ku welatîbûna bi pereyan, rûmet û cewhera welatîbûnê bin pê dike û zererê dide rayeya serweriya dewletê.
Serokkomariyê jî di parastina xwe de got ku ev sîstem ne tenê li Tirkiyeyê heye, li gelek welatên Ewropayê jî li hemberî veberhênanê mafê rûniştinê yan jî welatîbûnê tê dayîn.
Serokkomariyê rapora Parlamentoya Ewropayê ya 2021ê wekî mînak da.
Li gorî wê raporê, di navbera 2011 û 2019an de li welatên Yekîtiya Ewropayê ji 132 hezarî zêdetir kesî ji vê sîstemê sûd wergirtiye û herî kêm 21,4 milyar euroyî ketiye xezîneyê.
Daîreya 10an a Şûraya Dewletê 18ê Gulana 2023yan daxwaza TBByê ya ji bo rawestandina biryarê red kir.
Desteya Dozên Îdarî jî 1ê Çiriya Paşîn a 2023yan serlêdana Baroyê bi hinceta ku "mafê we yê vekirina vê dozê nîne" red kir.
Di encamê de, Daîreya 10an 11ê Îlona 2025an dîsa bi heman hincetê daxwaza betalkirinê red kir û îtiraza li dijî vê biryarê jî hîn negihîştiye encamekê.



