Hewlêr (Rûdaw) - Suphî Ozgen diyar kir ku li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê ji bo sala xwendinê ya 2026-2027an nêzîkî 1000 xwendekaran dersa vebijêrkî ya Kurdî hilbijartiye lê heta niha ti mamosteyên Kurdî ji bo navçeyê nehatine tayînkirin.
Serokê Komeleya Tevgera Zimanê Kurdî (HezKurd) Parêzer Suphî Ozgen bangî Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê Yusuf Tekîn û beşên pêwendîdar ên Wezaretê kir ku plansaziya pêwîst a mamosteyan pêk bînin da ku vekirina dersên Kurdî pêkan bibe.
Suphî Ozgen di daxuyaniyeke xwe ya li ser hesabê tora civakî de got ku dê û bavên li Esenyurtê ji bo sala xwendinê ya 2026-2027an li ser navê nêzîkî 1000 xwendekaran dersa Kurdî hilbijartine.
Ozgen da zanîn ku Dibistanên Navîn ên Sultan Alparslan û TOKÎ Ornekê ku daxwaza herî zêde ya dersa Kurdî li wan heye, ji bo tayînkirina mamosteyên dersa Kurdî serî li saziyên pêwendîdar dane.
Her wiha diyar kir ku hilbijartina dersan Sibata 2026an hatiye kirin û encam di pergala Wezaretê de hatine tomarkirin.
Ozgen bal kişand ser wê yekê ku tevî destpêkirina sala xwendinê jî ti mamosteyên dersa Kurdî ji bo Esenyurtê nehatine tayînkirin û ti erkdarkirinên demkî jî nehatine kirin.
“Divê birêvebirên dibistanan çi bikin?”
Ozgen li ser nebûna plansaziya mamosteyan û dijwariya vekirina dersên vebijêrkî yên Kurdî axivî:
“Gelo divê ew birêvebirên dibistanan ên ku dixwazin erkên xwe bi cih bînin û dersa Kurdî vekin çi bikin?”
Ozgen anî ziman ku HezKurd ji sala 2020an û vir ve li ser dersên zimanê Kurdî û mafên din ên zimên dixebite û destnîşan kir ku wan pirsgirêkên li qadê rû didin, gihandine beşên cihêreng ên Wezareta Perwerdeyê.
Ozgen anî ziman ku her çend mafekî yasayî ji bo dersên vebijêrkî yên Kurdî li dibistanên navîn hebe jî ev maf ji ber kêmasiyên pratîkî yên pêwendîdarî binesaziyê û nebûna mamosteyan bi awayekî bibandor nayê bikaranîn.
Daxwaza hevdîtinê bi Wezîr Tekîn re
Ozgen bi nîşandana rewşa Esenyurtê wekî mînak diyar kir ku ew dixwaze pirsgirêkên pêwendîdarî pêkanîna dersên Kurdî li gel pêşniyarên çareseriyê pêşkêşî Wezîrê Perwerdeyê Yusuf Tekîn bike û da zanîn ku wî 7ê Îlonê bi rêya CÎMERê daxwaza hevdîtinê pêşkêş kiriye.
Ozgen bi bal kişandina ser wê yekê ku wî heta niha ti bersiv ji Wezaretê wernegirtine û bangî çareserkirina wan pirsgirêkan kir ku rê li ber pêkanîna dersên Kurdî digirin.
Serokê HezKurdê Suphî Ozgen di dawiya daxuyaniya xwe de bangî hemû beşên Wezaretê Perwerdeyê û raya giştî kir û xwest ku ji bo dersên Kurdî yên li Esenyurtê amadehiyên pêwîst ji bo dabînkirina mamosteyan bên kirin.


