Stenbol (Rûdaw) - Bi destpêka havînê re, vegera penaberên Sûriyeyî ya ji Tirkiyeyê ber bi welatê wan ve zêde bûye.
Li gorî amaran, her roj bi hezaran Sûriyeyî bi dilxwazî vedigerin.
Hinek penaber li bendê ne ku şert û mercên Sûriyeyê baştir bibin da ku vegerin.
Lê hinekên din ji ber ku zarokên wan li Tirkiyeyê dixwînin, dixebitin û hînî jiyana vir bûne, niha naxwazin vegerin.
Mijara vegera penaberên Sûriyeyî hîn jî di rojeva Tirkiyeyê de cih digire.
Hinek kes ji ber kêmbûna hêza kar naxwazin penaber vegerin lê piraniya civakê di wê baweriyê de ye ku divê ew vegerin welatê xwe.
Amadehiya vegerê dikin
Hesen Kubiye, penaberekî 34 salî yê ji bajarê Helebê ye.
Ew 12 sal in li navçeya Fatîhê ya Stenbolê dijî û wekî kurye li firineke Sûriyeyiyan dixebite.
Çar zarokên wî hene û hemû li Tirkiyeyê ji dayîk bûne û li vir diçin dibistanê.
Lê êdî Hesen demên xwe yên dawî li Stenbolê derbas dike û amadehiya çûyîna welatê xwe dike.
Hesen Kubiye got, “Şikir ji Xwedê re me gelek feyde ji vî welatî dît û em li vir fêrî çand û zimanê Tirkî bûn.
Lê piştî ku Sûriye hat rizgarkirin, karê me bi awayekî cidî rawestiya. Bê guman bihayê xanî û kirêyan jî zêde bû û derfetên kar jî kêm bûn.
Lê ez dê herî zêde 3-4 mehan li vir bimînim. Pêşî ez dê zarokên xwe bişînim, pişt re jî ez dê bi temamî vegerim Sûriyeyê cem malbata xwe. Ji bo me êdî pêvajoya vê derê xilas dibe.”
“Tirkiye niha ji me re xweş e”
Penaberê Efrînî Evdirehman Efrîniyê 17 salî jî wiha axivî:
“Em sala 2015an hatin Stenbolê. Ez bi dayîk û xwişkên xwe re dijîm, xweş derbas dibe.
Lê em niha naxwazin vegerin Efrînê. Lewra li wê derê hîn jî rewşa ewlehiyê baş nebûye. Tirkiye niha ji me re xweş e.”
Penaberê Helebî Ela Metarê 17 salî jî ku li Tirkiyeyê ji dayîk bûye, qala hestên xwe kir û got:
“Bê guman di dawiya dawî de her kes vedigere welatê xwe. Ez li vir çêbûm û li vir mezin bûm.
Lê dîsa jî ez dixwazim vegerim welatê xwe Sûriyeyê. Malbata min jî tim qala vegerê dike.
Bi îhtîmaleke mezin, heta dawiya salê em dê vegerin. Bê guman em dê rastî hinek zehmetiyan jî werin. Wekî mînak, ez bi xwe li ser Sûriyeyê zêde tiştan nizanim.”
Nêrîna esnaf û welatiyên Tirkiyeyê
Esnafê Kurd Hafzullah Solmaz ku li Bazara Sûriyeyiyan kar dike li ser mijarê wiha got:
“Ev 15 sal in ez li vê bazarê esnaf im. Xebatkarên min hemû xelkê Sûriyeyê ne. Ew 10-15 sal in li cem min dixebitin.
Gelekî mirovên baş in, delal in. Ez ji wan û cînartiya wan razî me. Ji bo karên xwe jî baş in. Bê guman heke welatê wan xweş bibe, Xwedê bike bila vegerin welatê xwe.”
Niştecihê Stenbolê Mehmet Karaelê 85 salî jî nerazîbûna xwe anî zimên û got:
“Êdî li Sûriyeyê şer jî xilas bû, hinceta wan nemaye. Bila vegerin herin welatê xwe, mal û milkên wan li wê derê ne.
Lê ev der zêdetir bi dilê Sûriyeyiyan e. Ev hemû dikanên wan in. Lê dîsa jî welatê xelkê ji mirov re nabe.”
Zêdetirî 700 hezar penaber vegeriyan
Di çend salên dawî de hejmara penaberên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê bi awayekî berbiçav kêm bûye.
Li gorî amarên Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê, niha 2 milyon û 238 hezar û 969 Sûriyeyî di bin statuya parastina demkî de li Tirkiyeyê dijîn.
Her wiha, piştî guherîna desthilatê ya li Sûriyeyê di 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an de, 718 hezar û 860 penaber bi dilxwazî vegeriyane welatê xwe.


