Hewlêr (Rûdaw) - Pêşniyaryasaya ku bi navê "Yasaya Bihêzkirina Yekbûna Civakî û Hevgirtina Neteweyî" hatiye amadekirin, ji 12 xalan pêk tê.
Xalên pêşniyaryasaya bi navê Yasaya Bihêzkirina Yekbûna Civakî û Hevgirtina Neteweyî" ku di çarçoveya pêvajoya çareseriyêde hatiye amadekirin, derketin holê.
Armanca vê pêşniyaryasayê ew e ku bê tespîtkirin û piştrastkirin ku rêxistina PKK û KCKyê û hemû pêkhateyên bi ser wê ve dawî li hebûna xwe anîne û hemû çek û cebilxaneyên xwe radest kirine.
Di pêşniyaryasayê de hat dîtin ku Abdullah Ocalan û ew kesên ku beriya sala 2005an ceza li wan hatiye birîn, li derveyî çarçoveyê hatine hiştin.
Metna naveroka Yasaya Bihêzkirina Yekbûna Civakî û Hevgirtina Neteweyî ji aliyê du parlamenteran ve ji Rûdawê re hatiye piştrastkirin.
Lê heta niha ev naverok wekî fermî nehatiya piştrastkirin.
Hûrgiliyên pêşniyaryasayê ku ji 12 xalan pêk tê wiha ne:
Meqamê Tespît û Piştrastkirinê:
Tê pêşbînîkirin ku ji aliyê saziyên ewlehiyê ve were tespîtkirin û ji aliyê Desteya Ewlehiya Neteweyî (MGK) ve were piştrastkirin ku hemû pêkhateyên rêxistinî û her cure hêzên di bin kontrola wê de, dawî li hebûna xwe ya fiîlî anîne û çekên xwe danîne.
Çarçoveya Yasayê
Yasa; sûcên avakirin an jî birêvebirina PKK û KCKyê, endamtiya rêxistinê, alîkariya bi zanebûn û propagandaya rêxistinê li xwe digire. Her wiha sûcên ku di çarçoveya xebatên vê rêxistinê de hatine kirin û yên li ser Qanûna Fînansekirina Terorê ya hejmar 6415an jî di nava çarçoveya yasayê de ne.
Li Derveyî Çarçoveyê
Sûcê kuştina bi qesdî yê ku di çarçoveya xebatên rêxistinê de hatiye kirin û lêpirsîn û darizandinên li ser sûcên beriya 1ê Hezîrana 2005an ku cezayê heta hetayê (muebed) yan jî muebeda girankirî hewce dikin, li derveyî çarçoveyê hatine hiştin.
Lêpirsîn û Darizandin
Nirxandinên li ser kesên ku dikevin çarçoveya vê yasayê, dê ji aliyê wan meqaman ve werin kirin ku niha lêpirsîn û dozên wan bi rê ve dibin. Lê belê kesên bixwazin dikarin li serdozgeriyên komarê yên li cihê rûniştinê yan jî li saziyên ku ji aliyê komîteyê ve hatine peywirdarkirin serlêdanê bikin.
Paşxistina Lêpirsîn û Darizandinan
Ji bo sûcên ku cezayê wan 15 sal an kêmtir e, lêpirsîn û darizandin dê 5 salan werin paşxistin. Ji bo sûcên ku cezayê wan ji 15 salan zêdetir e yan jî cezayê heta hetayê hewce dikin, ev dem dê 10 sal be. Mafê îtîrazê di nava du hefteyan de vekirî ye.
Heke şert û merc pêk hatibin, tedbîrên wekî girtin û kontrola edlî yên li ser sûcên ku dê biryara paşxistinê ji bo wan were dayîn, dê werin rakirin.
Ji bo dosyeyên ku di qonaxa temyîzê de ne, dê biryara betalkirinê were dayîn û ji aliyê dadgeha destpêkê ve biryara paşxistinê were standin. Eger demên diyarkirî bêyî kirina ti sûcekî nû derbas bibin, dê biryara "hewcehî bi darizandinê nîne" an jî betalkirina dozê were dayîn.
Paşxistina Cezayan
Heke cezayê girtîgehê 15 sal an kêmtir be, 5 sal tê paşxistin. Heke ji 15 salan zêdetir be yan jî cezayê heta hetayê be, bi biryara dadgerê înfazê dê 10 salan were paşxistin û mafê îtîrazê heye.
Eger ev dema paşxistinê bêyî kirina sûcekî nû derbas bibe, ew cezayê ku hatiye dayîn dê wekî kişandî (înfazkirî) were qebûlkirin.
Bihurîna Demê
Di dema paşxistinê de, dema qanûnî (bihurîna demê) ya doz û cezayan nahesibe.
Vegerandina Mafan
Dê biryarên bipaşxistinê dem bi dem ji aliyê komîteyê ve werin nirxandin. Eger komîte hewce bibîne, dikare ji dadgeriya cezayê sulhê an dadgeha înfazê daxwaz bike ku qedexeyên li ser mafan ên ku ji ber lêpirsîn, darizandin an mehkûmiyetê çêbûne bi hemû encamên xwe ve werin rakirin.
Ji bo biryarên paşxistinê yên ku wekî 5 sal hatine dayîn, divê ji dîroka biryarê herî kêm 2 sal, ji bo biryarên paşxistinê yên 10 salî jî divê herî kêm 3 sal derbas bibin.
Şopandin û Bicihanîn
Komîteya ku bi serokatiya Alîkarê Serokkomar û ji Wezîrê Dadê, Wezîrê Karên Derve, Wezîrê Karên Navxwe, Wezîrê Parastinê, Sekreterê Giştî yê Serokkomariyê, Serokê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) û Sekreterê Giştî yê Desteya Ewlehiya Neteweyî pêk tê, dê bicihanîna qanûnê bişopîne û binirxîne.
Tê pêşbînîkirin ku koordînasyona komîteyê ji aliyê Sekreteriya Giştî ya Serokkomariyê ve were kirin.
Dê li Parlamentoya Tirkiyeyê komîsyoneke şopandinê ya ji 17 endaman pêk tê were avakirin da ku xebatên di çarçoveya vê yasayê de werin şopandin.
Radestkirin û Bêçekbûn
Tê pêşbînîkirin ku giştînameya ji bo pêvajoya qeydkirinê, dê bi wergirtina nêrîna saziyên ewlehiyê, ji aliyê Wezareta Parastinê û Wezareta Karên Navxwe ve bi hevbeşî were amadekirin.
Dema Serlêdanê
Piştî weşandina Biryara Desteya Ewlehiya Neteweyî ya di Rojnameya Fermî de, divê di nava 6 mehan de ji bo sûdwergirtina ji vê yasayê serlêdana nivîskî were kirin.


