Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got heta ku Hemas çekan daneyne ew ji Xezeyê venakişin.
Serokwezîr Netanyahu bi rêya peyameke vîdeoyî ya ku li ser hesabê xwe yê Facebookê belav kiriye, derbarê Xezeyê û derbasbûna qonaxa duyem a agirbestê daxuyanî dan.
“Em ji xeta heyî venakişin”
Netanyahu di peyama xwe de got: "Ez parastina berjewendiyên me yên ewlehiyê didomînim.
Heta ku Hemas ji binî bê çek nebe, em dê li Xezeyê ji xeta heyî ya ku di bin kontrola me de ye venekişin."
Baweriya bi Trump
Netanyahu diyar kir ku ew bawer dike Serokê Amerîkayê Donald Trump û tîma wî dikarin Hemasê bê çek bikin û Xezeyê ji çekan paqij bikin.
Serokwezîrê Îsraîlê her wiha destnîşan kir ku nexşerêya ku Komîteya Aşitiyê ragihandiye gihîştiye destê wan lê wan liberrabûnên xwe yên li ser wê nexşerêyê ji îdareya Amerîkayê re şandine.



