Hewlêr (Rûdaw) - Navê pêşniyaryasaya çarçoveyê ya li ser pêvajoya çareseriyê ku wekî qonaxa herî girîng a pêvajoyê tê dîtin, diyar bû.
Pêşniyaryasa dê bi navê “Bihêzkirina Yekbûna Civakî û Hevgirtina Neteweyî” pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê bê kirin.
Xebat gihîştin qonaxa dawî
Xebatên li ser yasaya pêvajoya çareseriyê ku wekî "Yasaya Çarçoveyê" tê binavkirin, gihîştin qonaxa dawî.
AK Partiyê reşnivîsa yasayê ji bo îmzeya parlamenterên xwe amade kir da ku bi awayekî fermî pêşkêşî parlamentoyê bike.
Serokatiya Koma AK Partiyê ya li Parlamentoyê ji parlamenterên xwe re daxuyaniyek şand.
Di daxuyaniya bi îmzeya Serokê Komê Abdullah Guler de, ji hemû parlamenterên AK Partiyê hat xwestin ku bêkêmasî îmzeya xwe biavêjin bin vê pêşniyaryasayê.
Mixalefet li benda dîtina deqê ye
Li gorî zanyariyên hatine belavkirin, dê reşnivîsa yasayê roja çarşemê bi navê "Bihêzkirina Yekbûna Civakî û Hevgirtina Neteweyî" pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê bê kirin.
Her çend navê yasayê hatibe diyarkirin jî naveroka wê hîn nehatiye eşkerekirin û nîqaşên li ser wê yekê hîn didomin ka dê kîjan partiyên din îmzeyê bavêjin bin yasayê.
Partiyên mixalefetê diyar kir ku heta ew projeyasayê nebînin ew dê biryara xwe ya dawî nedin.



