Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê (UKMTO) ragihand ku li peravên Umanê êrişî keştiyeke barhilgir hatiye kirin.
UKMTOyê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku li gorî agahiyên ji rayedarên leşkerî hatine wergirtin, bûyerê bi dûrahiya 20 mîlên deryayî li bakurrojhilatê bajarê El-Hesaba Umanê rû daye.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku keştiyeke barhilgir a li herêmê bi rêya kanala bêtêl (VHF 16) daxuyanî daye û ragihandiye ku bi “teqemeniyeke nenas” lê hatiye xistin.
Saziyên pêwendîdar li ser bûyerê dest bi lêpirsînê kir.
UKMTOyê ji keştiyên ku di wê rêyê re derbas dibin xwest ku baldar bin û her rewşa gumanbar yekser ji wan re ragihînin.



