Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Navenda Ewropayî ya Lêkolînên Rojhilata Navîn Dr. Adil Baxewan ziyareta Serokê Herêma Kurdistanê ya Şamê wekî serdaneke gelekî girîng bi nav kir û got, “Yekane piştgirê Rojavayê Kurdistanê Herêma Kurdistanê ye.”
Adil Baxewan got ku pêwendiyên Nêçîrvan Barzanî yên herî baş bi welatên herêmê re hene û ew karta bihêz a Herêma Kurdistanê û Îraqê ye ji bo vekirina girêkên kor.
Adil Baxewan bû mêhvanê bultena Rûdawê û da zanîn ku ev serdan di demekê de ye ku pêwendiyên Îraq û Sûriyeyê di rewşa herî xerab de ne.
Baxewan bi bîr xist ku 3 welatên Ereban û di nav wan de Sûriyeyê jî gefa bersivdanê xwaribû eger ji axa Îraqê ve êrişî wan bê kirin.
"Peyameke girîng e"
Bi gotina Adil Baxewan, ziyareta Serokê Herêma Kurdistanê ya di vê demê de û ew pêşwaziya germ, peyameke girîng e û ev serdan ji bo rêgirtina li aloztirbûna pêwendiyên Bexda û Şamê ye.
Dr. Adil Baxewan tekezî li ser vê yekê kir û got:
"Ev cure serdan her tim bi hevahengiya navbera Herêma Kurdistanê û Îraqê tên kirin. Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Îraqê bi hev re li ser rojeva serdanê axivîne."
Karta bihêz a 4 serokatiyan
Divê were gotin ku Nêçîrvan Barzanî dê beşdarî civîna 4 serokatiyên Îraqê bibe.
Serokê Navenda Ewropayî ya Lêkolînên Rojhilata Navîn, beşdarbûna Nêçîrvan Barzanî ya di vê civînê de wekî rûdaneke "bêwêne" bi nav kir û got:
"Yê ku bikaribe rewşa xerab a Îraqê bi awayekî rêjeyî kêm bike, Serokê Herêma Kurdistanê ye."
Wî sedema vê yekê bi tora pêwendiyên bihêz ên Nêçîrvan Barzanî ve girê da û got:
"Pêwendiyên wî yên herî baş bi Sûriye, Komara Îslamî ya Îranê, Ewropa, Amerîka, welatên Kendavê, Tirkiye û bi xwe Bexdayê re jî hene."
Adil Baxewan tora pêwendiyên Serokê Herêma Kurdistanê wekî "toreke berfireh a wekî tevnapîrkê" bi nav kir û wiha pê de çû:
"Dê 4 serokatiyên Îraqê ti kartan bi dest nexin ku ji karta Serokê Herêma Kurdistanê baştir, guncawtir û erênîtir be da ku ji wê kolana girtî ya ku ketine navê derkevin."
Yekane piştgirê Rojavayê Kurdistanê
Serokê Navenda Ewropayî ya Lêkolînên Rojhilata Navîn, hişyarî da ku êdî Amerîka û Ewropa wekî berê li Rojavayê Kurdistanê nanêrin û berjewendiyên wan ber bi Şamê ve hatine guhertin û got:
“Eger Rojavayê Kurdistanê li bendê be ku Amerîka li hemberî Şamê piştgiriyê bide wan, xeletiyeke mezin dike. Berjewendiyên Amerîkayê çi qasî niha li Şamê bin, ew qasî li Qamişloyê nînin."
Adil Baxewan, bal kişand ser wê yekê ku serkirdeyên Ewropayê û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî diçin Şamê û bi Ehmed Şer re dicivin û ev jî nîşaneya guherîna hevkêşeyan e.
Wî eşkere kir ku ev "ne piştdayîna Kurdan e, lê aqilê sar ê dewletdariyê ye" ku li ser bingeha berjewendiyan kar dike, ne li ser hestan.
Wî tekez kir ku di vê rewşa nû de, yekane piştgira rasteqîn a ji bo Rojavayê Kurdistanê, Herêma Kurdistanê ye. Wî wisa axivî:
"Rojhilat, Bakur û Rojava tenê û tenê Herêma Kurdistanê ji wan re heye û bes. Niha jî di vê rewşa dijwar a ku Rojavayê Kurdistanê tê de ye, tenê dîplomasiya Herêma Kurdistanê dikare alîkar be da ku mafên wan neyên windakirin."
Baxewan da zanîn ku ew di wê baweriyê de ku ziyareta Serokê Herêma Kurdistanê ya Şamê peyamek e ji bo hemû aliyan ku Herêma Kurdistanê li dijî pêlê meleavaniyê nake û got:
“Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya vê siyaseta nû de, dikare karta Herêma Kurdistanê bi kar bîne da ku mafên xwe yên herî zêde bi dest bixe."


