Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro duşemê li Şamê bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re civiya û behsa mafên pêkhateyan kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê hevdîtinê daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniê di civînê de Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî jî amade bû.
Her du aliyan têkiliyên Sûriyeyê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re gotûbêj kirin.
Wan tekezî li ser berfirehkirina hevkariya hevbeş a di warên cuda de kir.
Her wiha hat xwestin ku ev hevkarî bi taybetî di warê aboriyê de bêtir were xurtkirin.
Aramî û çareseriya aştiyane
Di beşeke din a civînê de, her du serokan li ser rûdanên dawiyê yên li herêmê dan û standin kir.
Di vî warî de her du aliyan tekezî li ser bihêzkirina ewlehî û aramiyê kir.
Wan destnîşan kir ku divê hevkariya herêmî berfirehtir bibe û pirsgirêkên heyî bi rêyên aştiyane werin çareserkirin.
Mafên hemû pêkhateyan
Di civînê de her wiha qala Sûriyeya nû jî hat kirin.
Her du aliyan tekez kir ku divê di Sûriyeya nû de mafên hemû pêkhateyan parastî bin.
Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer ji ber pêşwazîkirin û hewandina penaberên Sûriyeyî ya di dema şer de spasiya Herêma Kurdistanê kir.
Ehmed Şer ragihand ku Sûriye bi girîngî li rola Îraq û Herêma Kurdistanê dinêre.
Ji aliyê xwe ve, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî pesnê rola Ehmed Şer da.
Nêçîrvan Barzanî ji bo bipêşketinên ku di warên cuda de li Sûriyeyê bi dest ketine Ehmed Şer pîroz kir.
Wî her wiha rola Sûriyeyê ya li ser asta herêmî û navneteweyî bilind nirxand.
Di dawiya civînê de çend mijarên din ên girîng ku di berjewendiya her du aliyan de ne hatin gotûbêjkirin.


