Hewlêr (Rûdaw) - Li her du parêzgehên Quneytra û Deraayê yên li başûrê Sûriyeyê, tevgerên leşkerî û derbasbûna hêzên artêşa Îsraîlê ya nav sînorên herêma bêçek zêde bûne.
Li gorî medyaya xwecihî, hêzeke leşkerî ya Îsraîlê bi çend wesayîtan derbasî derdora gola Rûweyhîneyê ya li gundewarê Quneytrayê bûye.
Hêza Îsraîlê li wir hinek tevgerên meydanî pêk anîn.
Di heman demê de, hêzên Îsraîlê li gundê Berîqeyê xaleke kontrolê ya demkî danî.
Leşkeran nasname û wesayîtên welatiyan kontrol kirin lê ti kes nehat desteserkirin.
Her wiha li herêma başûrê Quneytrayê jî 5 wesayîtên leşkerî yên Îsraîlê yên ji cureyê "Hammer" derbasî gundê Resim Senedê bûn.
Ev hêz piştî ku li derdora gund geriya, bi paş ve vekişiya.
Li Deraayê firîna dronan
Li aliyê din, dronên Îsraîlê bi demjimêran li asmanê herêma Hewza Yermûkê ya li gundewarê rojavayê Deraayê firiyan.
Di van firînan de ti êriş an jî bombebaran çênebûn.
Ev tevgerên dawî di çarçoveya zêdebûna çalakiyên leşkerî yên Îsraîlê yên hefteyên borî de pêk tên.
Vê yekê jî di nav şêniyên herêmê de tirs û dilgiranî çêkiriye.



