Hewlêr (Rûdaw) - Sala 2025an rêjeya bermayiyên plastîk ên ku ji welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo Tirkiyeyê hatine şandin gihîşt 503 hezar tonan ku ev yek heta niha asta herî bilind e.
Tirkiye bi ferqeke mezin bûye ew welatê ku Yekîtiya Ewropayê herî zêde bermayiyên plastîk jê re dişîne.
Li hemberî vê yekê Greenpeaceya Tirkiyeyê ji bo qedexekirina hawirdekirina bermayiyên plastîk û tekstîlê dest bi kampanyayeke komkirina îmzeyan kir.
Rêjeya bermayiyên plastîk ku Yekîtiya Ewropayê dişîne Tirkiyeyê sala 2025an rekoreke nû tomar kir.
Li gorî rapora Greenpeaceya Tirkiyeyê ya bi navê "Rastiya li Pişt Gotinan: Rûyê Nedîtî yê Siyaseta Sifir Bermayiyan a Tirkiyeyê" mîqdara bermayiyên plastîk ên Ewropayê di nav salekê de ji sedî 19 zêde bûye û gihîştiye 503 hezar tonan.
Bi vê encamê re Tirkiye careke din bûye rawestgeha sereke ya plastîkên Yekîtiya Ewropayê.
Rapora sala 2025an a Tora Çalakiya Baselê (Basel Action Network) jî ku xwe dispêre amarên bazirganiyê yên Yekîtiya Ewropayê van amaran piştrast dike.
Li gorî raporê sala 2024an 426 milyon kîlogram bermayiyên plastîk ji Tirkiyeyê re hatibûn şandin lê sala 2025an ev hejmar derketiye 503 milyon kîlograman.
Di heman demê de Malezyayê 276 hezar, Endonezyayê 215 hezar û Vîetnamê jî tenê 137 hezar ton plastîk wergirtine.
Ji sala 2004an û vir ve 435 qat zêde bûye
Greenpeaceya Tirkiyeyê eşkere kir ku mîqdara bermayiyên plastîk ên ji Yekîtiya Ewropayê tên ji sala 2004an û vir ve 435 qat zêde bûye.
Rêxistina jîngehparêz da zanîn ku di polîtîkayên Tirkiyeyê de nakokiyeke mezin heye.
Ji ber ku Tirkiye ji aliyekî ve li qada navneteweyî pesnê siyaseta xwe ya "Sifir Bermayî" dide lê ji aliyê din ve bûye serkêşê wergirtina bermayiyên plastîk ên Ewropayê.
Di kampanyaya Greenpeaceyê ya "Sifir Bermayiya Rasteqîn" de bal hate kişandin ser wê yekê ku plastîkên diçin Tirkiyeyê piştî ku digihêjin welêt wisa li hewa winda nabin.
Hate destnîşankirin ku bermayiyên nayên vezîvirandin an jî bi awayekî rast nayên safîkirin an tên şewitandin an tên binaxkirin an jî ji bo nav xwezayê tên avêtin.
Greenpeace: Metirsiya qirêjbûnê jî derbasî Tirkiyeyê dibe
Greenpeaceya Tirkiyeyê dibêje ku divê hawirdekirina bermayiyên plastîk tenê wekî bazirganiyeke aborî ya madeyên xav neyê dîtin.
Li gorî rêxistinê di nav wan sewqiyatan de cureyên cihê yên plastîkan, madeyên kîmyewî û qutiyên pîsbûyî hene.
Ev yek jî barê cudakirinê yê li ser kargehên vezîvirandinê girantir dike.
Eger bermayiyên ku bi rêbazên guncaw nehatine pêvajokirin li holê bên hiştin an jî bên şewitandin ev yek dê metirsiya qirêjbûna hewa, ax û avê bi xwe re bîne.
Bernameya Jîngehê ya Neteweyên Yekbûyî jî hişyariyê dide ku valakirina bermayiyan li qadên vekirî dê zererên mezin bide hawirdor û tenduristiya mirovan.
Kesên li wan qadan dixebitin û şêniyên herêmê bi metirsiya tengenefesî yan daqurtandina madeyên jehrî (toksîk) re rû bi rû ne.
Her wiha şewitandina plastîkan a bêserûber dibe sedem ku madeyên ziyandar ên wekî dîoksîn û furanê derkevin holê.
Mîkroplastîk tevlî ax, av û xwarinan dibin
Mîkroplastîkên ku bi demê re ji perçebûna plastîkan çêdibin li nav axê, deryayan, ava vexwarinê û gelek xwarinan de tên dîtin.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) diyar dike ku delîlên nîşan didin mirov bi rêya xwarin û nefesê rûbirûyî mîkro û nanoplastîkan dibin roj bi roj zêdetir dibin.
Lê belê li ser asta xetereya wan a li ser tenduristiyê hîn jî di cîhana zanistê de nediyariyek heye.
Saziya Ewlehiya Xwirekan a Ewropayê jî plan dike ku heta dawiya sala 2027an nirxandina xwe ya berfireh a li ser rîskên mîkroplastîkên di nav xwarin, av û hewayê de biqedîne.
Ji ber vê yekê tespîtkirina mîkroplastîkan a di laşê mirovan de rasterast nayê wê wateyê ku ew sedema hin nexweşiyan in.
Divê di qada zanistî de ev her du mijar ji hev bên cudakirin.
Li Tirkiyeyê hawirdekirina bermayiyan bi destûr û kontrolê ye
Li Tirkiyeyê ji aliyê yasayî ve ne pêkan e ku hemû cureyên bermayiyan bêsînor têkevin welêt.
Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ragihand ku li gorî Qanûna Jîngehê hawirdekirina bermayiyên metirsîdar qedexe ye.
Cureyên din ên bermayiyan jî li gorî belavokên salane, kontrolkirina guncawbûnê, belgeyên kargehan û sînorên kotayan tên kontrolkirin.
Her wiha sala 2026an jî "Belavoka Kontrola Hawirdekirina Bermayiyên di Bin Kontrola Parastina Jîngehê De" di pratîkê de ye.
Lê daxwaza Greenpeaceyê ew e ku ev sîstema destûr û kontrolê ya heyî bê derbaskirin û hawirdekirina bermayiyên plastîk û tekstîlê bi awayekî mayînde û bêîstîsna bê qedexekirin.
Yekîtiya Ewropayê rêzikên xwe tundtir kirin
Yekîtiya Ewropayê jî piştî zêdebûna rexneyên jîngehparêzan qanûnên xwe yên li ser bazirganiya derveyî sînor a bermayiyên plastîk girantir kir.
Ji 21ê Gulana 2026an û pê ve hemû bermayiyên plastîk ên ku ji Yekîtiya Ewropayê diçin welatên sêyemîn ketin bin şertê "pejirandina pêşwext a agahdarkirî".
Her wiha dê şandina bermayiyên plastîk ji bo welatên ne endamên OECDyê jî ji 21ê Mijdara 2026an pê ve bi temamî bê qedexekirin.
Ji ber ku Tirkiye endamê OECDyê ye ev qedexeya giştî dê rasterast pêşî li şandina bermayiyan ji bo Tirkiyeyê negire.
Lê Komîsyona Ewropayê dê wan welatên OECDyê yên ku gelek bermayiyên plastîk werdigirin bi taybetî bişopîne.
Eger neyê îspatkirin ku ew bermayî bi awayekî guncaw û bêyî ku zererê bidin jîngehê tên jinavbirin an jî eger ew sewqiyat zerereke zêde bide hawîrdor û tenduristiya mirovan wê demê ev hinardekirin dikare bê rawestandin.
Her wiha ji Gulana 2027an û pê ve ew şirketên ku ji Yekîtiya Ewropayê bermayiyan dişînin divê bi rêya çavdêriyên serbixwe îspat bikin ku ew kargehên ku bermayiyan werdigirin zererê nadin jîngehê.
4 daxwazên Greenpeaceyê hene
Greenpeaceya Tirkiyeyê di çarçoveya vê kampanyayê de ev 4 daxwaz ji Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê û Wezareta Bazirganiyê kirin:
1. Hawirdekirina bermayiyên plastîk û tekstîlê bêyî ti îstisnayan û bi temamî bê qedexekirin.
2. Veberhênanên nû yên petrokîmyayê bên rawestandin.
3. Ji bo ku hilberîna plastîkê di çavkaniya xwe de bê kêmkirin armancên zelal û mecbûrî bên diyarkirin.
4. Di civînên Peymana Plastîk a Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî de helwesteke ku sînordarkirina hilberînê diparêze bê nîşandan.
Bang beriya COP31ê hate kirin
Ev kampanya beriya Konferansa Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP31) ku dê Tirkiye mazûvaniya wê bike dest pê kir.
Lûtkeya COP31ê dê di navbera 9 û 20ê Mijdara 2026an de li Antalyayê pêk bê.
Greenpeaceyê destnîşan kir ku Tirkiye amadehiyan dike da ku di vê lûtkeyê de projeya Sifir Bermayî derxîne pêş lê da zanîn ku rekora wergirtina bermayiyên plastîk bi vê îdiayê re nagunce.
Rêxistina jîngehê eşkere kir ku ew ê îmzeyên komkirî radestî wezaretên têkildar û şandeya dan û standinê ya COP31 a Tirkiyeyê bikin û bi vî rengî daxwaza qedexekirina kirîna bermayiyên plastîk bikin.



