Konya (Rûdaw) - Di salvegera pêncan a komkujiya ku li Konyayê li dijî Malbata Dedeogullariyan hatibû kirin, ji bo 7 qurbaniyên êrişê merasîmeke bibîranînê hat lidarxistin.
Beşdarên merasîmê li goristanê û li cihê bûyerê civiyan û daxwaza edaletê kir.
Di vê komkujiyê de ku 30ê Tîrmeha 2021ê pêk hat, 7 endamên Malbata Dedeogullariyan hatin kuştin.
Çetîn Dedeogullari, yekane kesê ku ji êrişê rizgar bûye dibêje ku piştî 5 salan ew hîn jî li benda edaletê ye.
Li goristana Saraçogluyê ya li bajarê Konyayê tevî ku 5 sal jî derbas bûne êşa jidestdana 7 endamên Malbata Dedeogullariyan hîn jî zindî ye.
Ew di encama êrişa nijadperestekî Tirk ê bi navê Mehmet Altun de hatibûn qetilkirin.
“Tenê kesek girtî ye”
Endamê malbatê Çetîn Dedeogullari wiha axivî:
“Her sal roja 30ê Tîrmehê em tên û li vir amade dibin.
Pêvajoya dadgehê niha li dadgeha bilind berdewam dike.
Tenê kesek girtî ye û 10 kesên din hatine berdan."
Di merasîma salvegera 5an a kuştina Yaşar, Îpek, Sîbel, Serap, Serpîl, Metîn û Bariş Dedeogullari de bavê Rojîn Kabaîşê, Nîzamettîn Kabaîş jî amade bû.
Nîzamettîn Kabaîş jî diyar kir ku êş gelek caran mirovan nêzîkî hev dikin û got:
"Yên ku êş kişandine hev baştir fêm dikin.
Rojîn jî qetil kirin. Em jî êşeke giran dikişînin loma ez hatime serdana Malbata Dedeogullariyan.
Ez hatim êşa wan parve bikim."
Piştî merasîma li goristanê beşdarên bibîranînê berê xwe da cihê bûyerê.
Li ber xaniyê malbatê ku bi boyaxa reş hatiye boyaxkirin careke din qurbanî hatin bibîranîn û daxwaza darizandineke adilane hat kirin.
“Dadgehê daxwazên malbatê qebûl nekirin”
Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan diyar kir:
"Kujer ne bi tenê ye, yên ku pişta wî digirin hene.
Ji dema destpêka dozê heta niha dadgehê tenê kesek wekî tawanbar nîşan da.
Dadgehê daxwazên malbatê qebûl nekirin."
Malbata Dedeogullariyan ku eslê xwe ji bajarê Qersê ne roja 30ê Tîrmeha sala 2021ê di hewşa mala xwe de rastî êrişeke çekdarî hatibûn.
Beriya êrişê jî çend caran komên nijadperest gefa kuştinê li malbatê xwaribûn.


