Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên çekdar ên Urdinê ragihand ku parastina wan a asmanî îro berê sibehê 5 mûşekên ku ji Îranê hatibûn berdan û ber bi axa wan ve dihatin xistine.
Li gorî ajansa fermî ya nûçeyan a Petrayê, mûşek ji aliyê pergalên çavdêriyê yên artêşê ve hatine destnîşankirin.
Artêşa Urdinê diyar kir ku mûşek li gorî rêzikên şer hatine têkbirin.
Rayedarên Urdinê li ser xisarên canî yan madî hîn ti agahî nedan.
Îranê baregeha Amerîkayê kir hedef
Li aliyê din, medyaya fermî ya Îranê li ser zarê Pasdaran ragihand ku wan baregeheke asmanî ya Amerîkayê ya li Urdinê bi mûşekên balîstîk kiriye hedef.
Pasdarên Îranê diyar kir ku ev êriş ji bo bersivdayîna "karên êrişkar ên artêşa Amerîkayê" hatiye kirin.
Pasdaran her wiha destnîşan kir ku heta "gefên li ser Komara Îslamî ya Îranê" û "karên neyasayî" yên hêzên Amerîkayê berdewam bikin dê operasyonên wan jî bidomin.
Sê roj in êriş berdewam dikin
Ev sê roj in ku li ser hev êrişî Urdinê tê kirin.
Artêşa Urdinê doh ragihandibû ku wan drona ku ketibû qada wan a asmanî xistiye.
Roja duşemê jî du dronên din hatibûn xistin lê rayedaran eşkere nekir ku ew dron ji kû derê hatine.

.webp&w=3840&q=75)

