Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Kuweytê ragihand ku çend caran bi dronan êrişî Deriyê Sînorî yê Ebdeliyê hatiye kirin û tenê zererên madî çêbûne.
Wezareta Karên Derve ya Kuweytê hişyarî da û got, "Mafê me yê bersivdana êrişên Îranê heye."
Wezareta Parastinê ya Kuweytê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku çend caran bi dronan li Deriyê Sînorî yê Ebdeliyê hatiye xistin.
Pêwendiyên Giştî yên Supaya Pasdaran a Îranê ragihand:
"Vê sibehê zû hêzên Amerîkayê êrişî rêya ziyaretkarên Îmam Huseyîn kir.
Li beramberî vê yekê Pasdaran di çarçoveya pêla 26an a operasyona Nesir-2yê de bi êrişekê baregeha leşkerî ya El Udêriyê ya Amerîkayê ya li Kuweytê kir armanc."
Li aliyê din, hikûmeta Kuweytê di karvedana van bûyeran de ragihand:
"Êrişên berdewam ên Îranê ji bo ewlehiya welatê me metirsî ne."
Her wiha Wezareta Karên Derve ya Kuweytê bi tundî ev êriş şermezar kirin û anî ziman:
"Nêzîkatiya dijminane ya Îranê ti hincetan qebûl nake.
Mafê me yê bersivdana êrişên Îranê heye."



