Hewlêr (Rûdaw) - Ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê da zanîn ku piştî operasyona leşkerî ya hevbeş a Amerîka û Îsraîlê ya 28ê Sibatê ya li dijî Îranê li herêmê derfetên nû yên dîplomatîk derketine holê.
Ofîsê diyar kir ku tevlîbûna Erebistana Siûdî ya Peymanên Brahîm dê ji bo aştiya Rojhilata Navîn bibe "gaveke dîrokî".
Di daxuyaniya ku ji hesabê medyaya civakî yê Ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê hat belavkirin de hat gotin:
"Operasyona leşkerî ya hevbeş a Amerîka û Îsraîlê ya li dijî rejîma qirker a li Tehranê û têkbirina eksena terorê ya Îranê ji aliyê Îsraîlê ve, derfeta berfirehkirina xeleka aştiyê afirandiye."
Di daxuyaniyê de amaje bi nirxandina Serokê Amerîkayê Donald Trump a li ser tevlîbûna Erebistana Siûdî ya Peymanên Brahîm hat kirin:
"Wekî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump gotiye, 'Tevlîbûna Erebistana Siûdî ya Peymanên Brahîm, dê ji bo aştiya Rojhilata Navîn bibe gaveke dîrokî'."
Ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê daxuyaniya xwe bi gotinên "Aştiya bi rêya hêzê..." temam kir.
Donald Trump ragihand ku peymana nukleerê ya ku bi Erebistana Siûdî re hatiye îmzekirin, bi "tevlîbûna Peymanên Brahîm" ya birêvebiriya Riyadê ve girêdayiye.
Trump li ser hesabê xwe yê tora civakî li ser "Peymana 123yan" a ku di navbera Amerîka û Erebistana Siûdî de hatiye îmzekirin û armanca wê hevkariya nukleerê ye daxuyanî da û destnîşan kir:
"Peymana nukleerê ya sivîl a ku di navbera Wezareta Enerjiyê ya Amerîkayê û Erebistana Siûdî de hatiye kirin dê were pesendkirin lê ev yek bi tevlîbûna Erebistana Siûdî ya Peymanên Brahîm ya gelekî rêzdar û serkeftî ve girêdayiye."
Trump di parvekirina xwe de tekez kir ku di çarçoveya peymana nukleerê ya sivîl de dê "dewlemendkirina uranyumê nebe".
Trump diyar kir ku wekî mînaka Îran û Îmarata Erebî dê tenê bikaranînên neleşkerî li xwe bigire û di parvekirina xwe de ragihand ku ew ne li dijî tesîsên nukleerê yên sivîl in.
Rubio: Nabe ku bibe bernameyeke çekan
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio îro li Fîlîpînê di Civîna 59emîn a Wezîrên Karên Derve ya Yekîtiya Neteweyên Asyaya Başûr-Rojhilatê (ASEAN) de ji rojnamegeran re axivî û diyar kir ku Erebistana Siûdî hevpara stratejîk a Amerîkayê ye.
Rubio da zanîn ku dema welatên din biryara bernameyeke nukleerê ya aştiyane û sivîl didin, ew tercîh dikin ku vê yekê bi Amerîkayê re bikin û destnîşan kir:
"Di her cure peymaneke ku em dê bi her welatekî re li ser enerjiya nukleerê ya sivîl bikin de dê tedbîrên ewlehiyê hebin ku garantî bikin ev yek bi ti awayî venaguhere bernameyeke çekan."
"Peymana 123yan"
Di daxuyaniya Wezareta Enerjiyê ya Amerîkayê de hatibû ragihandin ku Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Chris Wright û Wezîrê Enerjiyê yê Erebistana Siûdî Ebdulezîz bin Selman Al Siûd "Peymana 123yan" îmze kiriye.
Ev peyman wekî peymana hevkariya nukleerê ya aştiyane tê zanîn û li gel wê peymana garantiya dualî jî hatiye îmzekirin.
Di daxuyaniyê de hatibû diyarkirin ku ev her du peyman bingeha hiqûqî ya "hevkariyeke bi milyaran dolarî ya ku dê bi dehan salan bidome" pêk tînin.
Ev hevkarî dê rêgirtina li ber belavbûna çekên nukleerê jî di nav de, çend armancên aborî û stratejîk ên pêşîn bi pêş bixe.
Di daxuyaniyê de hatibû eşkerekirin ku "Peymana 123yan" dê derfetê bide şirketên Amerîkayê ku zêdetir xwe bigihînin bernameya enerjiya nukleerê ya Erebistana Siûdî.
Hatibû diyarkirin ku peyman alîkariya dabînkirina pêdiviyên enerjiyê yên Erebistana Siûdî dike û dê sûdê bide pîşesazî, karker û zincîreyên dabînkirinê yên Amerîkayê jî.
Di daxuyaniyê de hatibû diyarkirin ku peyman dê bi parastina standardên ewlehiya nukleerê û rêgirtina li ber belavbûna çekên nukleerê, hevkariyê li bipêşketina ewlehiya Amerîka û herêmê bike.
Her wiha dê avantaja hevrikiyê ya Amerîkayê ya di qada teknolojiya nukleerê ya sivîl de xurttir bike.



