Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan şeva 12an jî êrişî Îranê kiriye û pêleke din a êrişan bi awayekî serkeftî xelas bûye.
CENTCOMê di daxuyaniyekê de diyar kir ku demjimêr 10:30ê şeva 22yê Tîrmehê bi dema rojhilatê Amerîkayê (bi dema Hewlêrê 05:30ê berbangê) hêzên wan pêleke din a êrişên li ser Îranê temam kiriye.
Di daxuyaniyê de hat gotin: "Hêzên Amerîkayê li hedefên leşkerî yên Îranê xist. Di nav wan hedefan de şiyanên hêza deryayî, depoyên mûşek û dronan, pêgehên çavdêriya peravan û pergalên parastina asmanî hene.
Ev êriş şiyana Îranê ya ji bo êrişkirina li ser deryavanên sivîl û keştiyên bazirganiyê hîn bêhtir kêm dikin."
Dorpêça deryayî didome
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê destnîşan kir: "Vê mehê, di dema ku dorpêça deryayî ya li ser Îranê ducare dest pê kiriye de, hêzên Amerîkayê bi dehan pêgehên leşkerî yên Îranê kirine armanc."
CENTCOMê her wiha amarên dorpêçê jî eşkere kirin û ragihand:
"CENTCOMê heta îro rêya 9 keştiyên bazirganiyê guhertiye û keştiyek jî ji kar xistiye da ku rê li ber ketin û derketina keştiyan a ji benderên Îranê bigire."
“Hêzên Amerîkayê di rewşa amadehiyê de ne”
Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin: "Pirtirî 50 hezar leşkerên Amerîkayê li seranserê Rojhilata Navîn di erkê xwe de ne. Ew hişyariya herî bilind, hêza kujende û amadehiya tam didomînin."



