Hewlêr (Rûdaw) - Li taxa Temelliyê ya Enqereyê helîkoptereke perwerdeyê qeza kir û ket.
Beriya demeke kurt li Enqereya paytexta Tirkiyeyê helîkoptereke perwerdeyê li erdekî vala ket.
Hat zanîn ku di encama vê qezayê de her du pîlotên di helîkopterê de birîndar bûne.
Rewşa pîlotekî giran e
Helîkoptera perwerdeyê ya ji cureyê R44 a Şirketa Pîşesaziya Feza û Hewavaniyê ya Tirkiyeyê (TUSAŞ) serê sibehê firiyabû.
Piştî ku helîkopter ji Temelliyê rabû bi demeke kurt qeza kir.
Dema helîkopter li erdekî vala ket, gelek tîmên rizgarkirinê û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Li gorî agahiyên destpêkê, di qezayê de 2 pîlot birîndar bûn ku rewşa yekî ji wan giran e.
Her du pîlotên birîndar bi ambulansê veguhastin nexweşxaneyê.



