Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ji bo xebatên destûra nû serdana Koma DEM Partiyê kir.
Numan Kurtulmuş bi Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan re hevdîtinek pêk anî.
Wekîlên Serokê Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî jî tevlî civînê bûn.
DEM Partiyê li ser hevdîtina bi Numan Kurtulmuş re daxuyaniyek belav kir.
"Divê bibe yasayeke bingehîn"
Di daxuyaniya DEM Partiyê de hat diyarkirin ku yasaya çarçoveyê û mekanîzmayên pêvajoyê dê tevkariyê li civakîbûna aştiyê bikin û wiha hat gotin:
“Di hevdîtina me ya bi Birêz Numan Kurtulmuş re, me anî zimên ku divê yasa xwedî taybetiyeke yasaya bingehîn be.
Her wiha divê zemînê ji bo çareseriya demokratîk a Pirsgirêka Kurdan û demokratîkbûna Tirkiyeyê re amade bike.
Me careke din destnîşan kir ku di yasaya çarçoveyê de statuya Birêz Abdullah Ocalan û dabînkirina şert û mercên xebat û pêwendiyê yên azad gelekî girîng e."
"Divê çareserî were ser zemîna siyasî"
DEM Partiyê di berdewamiya daxuyaniyê de bal kişand ser çareseriya hiqûqî û siyasî û ev tişt anîn zimên:
"Me tekez kir ku divê yasaya çarçoveyê bi karaktera xwe ya berfireh, çareseriya Pirsgirêka Kurdan ji zemîna şer û tundiyê derxe.
Divê çareseriyê bikişîne ser zemîna hiqûqî û siyasî û piştgiriyê bide vê yekê.
Me bal kişand ser wê yekê ku sererastkirineke ku dubare û ezberên pêşerojê nû bike, nabe bersiva vê pêvajoyê.
Yasayeke çarçoveyê ya ku bala xwe dide aştî û çareseriya demokratîk, dê bibe dermanê derdan."
"Mijareke ser partiyên siyasî re ye"
Di daxuyaniyê de hat xwestin ku mafê her kesî were parastin û daxuyanî wiha dewam kir:
"Me hestyariya xwe anî zimên da ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk berjewendiyên 86 milyon kesî li ber çavan bigire û rûmeta her kesî biparêze.
Me tekez kir ku ji bo yasayê, wergirtina pêşniyar û tevkariya hemû partiyên siyasî gelekî girîng e.
Çareseriya demokratîk a Pirsgirêka Kurdan ku xwedî dîrokeke sedsalî ye, mijareke ser partiyên siyasî re ye.
Me tekez kir dema ku em di Pirsgirêka Kurdan de ber bi çareseriya demokratîk ve diçin, divê rêbaza amadekirina yasaya çarçoveyê berfireh be.
Mekanîzmayên ku dê di dema bicihanîna yasayê de werin avakirin, dê tevkariyê li civakîbûna aştiyê bikin."
"Em bi biryar in"
DEM Partiyê destnîşan kir ku divê yasa mafên her kesî berfireh bike û daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir:
"Daxwaz û hêviya me ya herî mezin ew e ku bi yasaya çarçoveyê re zemînê entegrasyona demokratîk bê amadekirin. Divê atmosfereke siyasî û zemîneke hiqûqî bê avakirin ku dê demokrasî, hiqûq û azadiyan ji bo her kesî zêde bike.
Em biryardariya xwe ya ji bo serxistina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ducare dikin.
Em kêfxweşiya xwe ya ji ber serdan û hewldanên Birêz Kurtulmuş careke din bi raya giştî re parve dikin."



