Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ji bo xebatên destûra nû Koma DEM Partiyê ziyaret kir.
Numan Kurtulmuş bi Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan re hevdîtinek pêk anî.
Wekîlên Serokê Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî jî tevlî civînê bûn.
Hat zanîn ku wê civînê nêzîkî 45 xulekan ajotiye.
Beriya vê hevdîtinê, Numan Kurtulmuş Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ziyaret kiribû.
Hevdîtinên bi partiyan re
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê dê îro jî serdanên xwe yên bi partiyên siyasî re pêk bîne.
Numan Kurtulmuş dê bi Koma Yenî Yolê û Kemal Kiliçdaroglu re bicive.
Divê were gotin ku Kemal Kiliçdaroglu bi biryara betalkirina teqez a dadgehê, careke din wekî Serokê Giştî yê CHPyê hatibû erkdarkirin.
Her wiha Serokê Parlamentoyê dê sibe jî serdana ÎYÎ Partiyê bike.



