Hewlêr (Rûdaw) - Abdullah Ocalan bi rêya Heyeta Îmraliyê daxuyaniyek da û diyar kir ku divê tifaqa Kurd û Tirkan bi hiqûqê were misogerkirin.
Ocalan got, "Pêkan e ku bi sererastkirinên qanûnî ev tifaq bi garantiya hiqûqî mayînde bibe û em li komareke demokratîk bi rengekî azad û wekhev bijîn.
Divê hiqûqa negatîf veguhere hiqûqa pozîtîf."
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê li ser hevdîtina xwe ya doh a bi Abdullah Ocalan re daxuyaniyek belav kir.
Heyetê da zanîn ku wan piştî demeke dirêj bi Abdullah Ocalan re hevdîtineke berfireh kiriye.
Li gorî daxuyaniyê di hevdîtinê de rûdanên siyasî yên li herêmê, avakirina civaka demokratîk û qonaxa heyî ya pêvajoya aştiyê hatin nirxandin.
Her wiha li ser rê, rêbaz û şêweyê qanûna çarçoveyê bi berfirehî hat axaftin.
"Tifaqa Kurd û Tirkan"
Heyetê peyama Ocalan a ji bo raya giştî jî eşkere kir ku wî wiha gotiye:
"Biryardariya me didome ku em li gorî ruhê banga 27ê Sibatê gavan biavêjin û pirsgirêkê di nav hiqûqa xwişk û biratiyê de çareser bikin.
Em li ber qonaxekê ne ku hevgirtin û tifaqa dîrokî ya Kurd û Tirkan derbasî zemîneke hiqûqî bikin. Ev tifaq li Anatolyayê heqîqeteke dîrokî ye û di hemû qonaxên krîtîk de ew ji hev cuda nebûne.
Heqîqeta 'Eger tu Kurd ji Tirk cuda bikî Kurd namîne, eger tu Tirk ji Kurd cuda bikî Tirk namîne' afirandina hiqûqa wekheviyê û jiyaneke hevpar ferz dike.
"Dem hatiye ku zemîneke qanûnî were avakirin"
Dem hatiye ku zemîneke qanûnî were avakirin ku hesasiyeta aliyan li ber çavan digire. Divê em zanibin ku vekirina vê rêyê ya bi sebir derfeteke dîrokî ye.
Pêwîst e em nêzîkatiyên ji rêzê, sivik û teng biterikînin ku xizmetê ji paşerojê re nakin. Û divê em bi hev re jiyana hevpar ava bikin.
Li Parlamentoya Tirkiyeyê Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Neteweyî raporek amade kiribû. Di çarçoveya vê raporê de, divê çi ji destê kê tê bike da ku pêvajoyeke qanûnî û hiqûqî dest pê bike.
Her wiha ji bo ku şer û çek bi temamî ji dewrê werin derxistin û rûpeleke nipînû were vekirin divê her kes berpirsyariya xwe bi cih bîne.
Tifaqa Kurd û Tirkan kevirê bingehîn ê paşeroja hevpar a Anatolyayê ye. Di her gava ku were avêtin de divê em çanda vê axê ji xwe re bikin esas.
Pêkan e ku bi sererastkirinên qanûnî ev tifaq bi garantiya hiqûqî mayînde bibe û em li komareke demokratîk bi rengekî azad û wekhev bijîn. Divê hiqûqa negatîf veguhere hiqûqa pozîtîf.
Dîrok derfetekê dide me da ku em jiyaneke hevpar ava bikin û di nava edalet û wekheviyê de rûpeleke nipînû vekin. Baweriya min a temam heye ku em dê bi hev re vê derfetê bi kar bînin."
Daxuyaniya Heyeta Îmraliyê
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê li ser van peyamên Ocalan dîtinên xwe anîn zimên û daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir:
"Em vê banga Ocalan dîrokî dibînin û careke din destnîşan dikin ku em bi biryar in.
Em dê di serî de bi Parlamentoya Tirkiyeyê û hemû saziyên pêwendîdar re diyaloga avaker bidomînin.
Em dê pêvajoyê ji bo wergirtina encamê bi pêş ve bibin û li ser bingeha hiqûqa xwişk û biratiyê bigihîjin çareseriyeke mayînde."



