Hewlêr (Rûdaw) - Tê plankirin daxwaznameya damezirandina "Partiya Nû" ya ku dê bi pêşengiya Serokê Koma CHPyê Ozgur Ozel were avakirin, 27ê Tîrmehê radestî Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê were kirin.
Piştî biryara yasayî ya "betalkirina teqez" a derbarê CHPyê de, nexşerêya nû ya Serokê Koma CHPyê Ozgur Ozel zelal bû.
Bi vê yekê re bersiva pirsa "Gelo ew dê kengî partiya xwe ya nû ava bike?" diyar bû.
Wekî pêngava yekem a berbiçav a ji bo gotinên Ozel ên "Em dê yan rêyekê bibînin an jî vekin", tê çaverêkirin ku 27ê Tîrmehê daxwaznameya damezirandina partiyê radestî Wezareta Karên Navxwe were kirin.
Dadgehê Kongreya CHPyê betal kiribû
Biryara Dadgeha Şaxa Îstînafê ya Enqereyê ya ji bo betalkirina Kongreya 38an a CHPyê û nehiştina teqez a birêvebiriya wê, piştî 56 rojan, 17ê Tîrmehê gihîşt destê Dadgeha Bilind.
Dadgeha Bilind berî betlaneya dadwerî ya ku îro dest pê dike dosye nexist rojeva xwe.
Ji ber vê yekê, êdî xebatên Ozgur Ozel û parlamenterên ku piştgiriyê didin wî yên ji bo avakirina partiyeke nû bi temamî zelal bûn.
Li gorî medyaya Tirkiyeyê, pêngava şênber a yekem a ji bo partiya nû ya Ozel, 27ê Tîrmehê tê avêtin.
Li gorî zanyariyan, dê daxwaznameya avakirina partiya nû wê rojê radestî Wezareta Karên Navxwe weke fermî were kirin.
Hat zanîn ku navê partiyê dê bibe "Partiya Nû" (Yenî Partî) û piraniya endamên Desteya Damezirîner jî dê ji parlamenteran pêk werin.
Ozgur Ozel sibe qala serdema nû dike
Berî ku pêvajoya damezirandinê bi fermî dest pê bike, tê pêşbînîkirin ku Ozgur Ozel sibe di civîna komê de cara dawî bi nasnavê Serokê Koma CHPyê derkeve ser kursiyê.
Tê çaverêkirin ku Ozel qala pêvajoya piştî biryara betalkirinê bike û li ser serdema nû hinek peyaman bide.
Ozel di daxuyaniyên xwe yên piştî biryara dadgehê de dabû zanîn ku têkoşîna wan dê bidome.
Ozel bi gotina "Em dê yan rêyekê bibînin an jî vekin" amaje bi partiyeke nû kiribû.
Çavkaniyên partiyê destnîşan dikin ku bi radestkirina daxwaznameyê re, ev helwesta wî dê di qada siyasî de bi cih bibe.
Tê çaverêkirin ku Ozel vê hefteyê ji bo partiya nû dest bi rêzehevdîtinan bike.
Ozel dê roja sêşemê 21ê Tîrmehê piştî civîna komê, li gel serokên bajaran ên CHPyê bicive.
Roja çarşemê 22ê Tîrmehê jî dê serokatiya civînên Meclîsa Partiyê û Desteya Birêvebiriya Navendî bike.
Dîsa tê pêşbînîkirin ku ew vê hefteyê li gel parlamenterên partiya xwe jî bicive.
Herî kêm 70 parlamenter tevlî partiya nû dibin
Piştî damezirandina partiya nû, dê li Parlamentoya Tirkiyeyê pêleke berfireh a derbasbûnê çêbibe.
Tê gotin ku di qonaxa yekem de, tê çaverêkirin ku herî kêm 70 parlamenter tevlî partiya nû bibin.
Piştî bidawîbûna karûbarên damezirandinê, dê salnameya diyarkirina birêvebiriya partiyê û avakirina koma parlamentoyê jî ji raya giştî re were ragihandin.



