Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan şeva nehem jî li pey hev êrişî Îranê kiriye.
CENTCOMê şeva borî li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên Amerîkayê navendên fermandariyê yên leşkerî yên Îranê, pergalên parastina asmanî û qadên çavdêriyê yên li peravên deryayê kirine hedef.
"Armanc parastina Tengava Hurmizê ye"
Her wiha hat eşkerekirin ku di êrişan de şiyana deryayî, cihên berdana mûşek û dronan û torên pêwendiyê yên Îranê bûne hedef.
CENTCOMê destnîşan kir ku armanca van êrişan lawazkirina şiyana Îranê ye da ku nikaribe li Tengava Hurmizê êrişî keştiyên bazirganiyê û deryavanên sivîl bike.
"Hêzên me amade ne"
CENTCOMê di daxuyaniya xwe diyar ku ew “amade” ne de li pey çû:
"Artêşa Amerîkayê bi fermana Fermandarê Giştî, Îranê berpirsyar dibîne. Hêzên CENTCOMê di amadebaşiyeke bilind de ne, hûr bûne, kujende ne û ji bo peywirê amade ne."
Aloziya di navbera Washington û Tehranê de piştî êrişên li ser keştiyên bazirganiyê yên li herêmê gihîştiye lûtkeyê û ev 9 şev in ku Amerîka li Îranê dide.
Îran jî êrişî baregehên Amerîkayê yên li herêmê dike.



