Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Navendî ya Hilbijartinan a Îsraîlê encamên dawî yên hilbijartinên parlamentoyê eşkere kirin.
Di çend dehan salên borî de rêjeya beşdariyê gihişt asta herî bilind û bû ji sedî 77,9.
Di hilbijartinan de hevpeymaniya bi serkêşiya Benjamin Netanyahu bipaşketineke mezin jiya.
Her wiha ti hevpeymaniya sereke nekarî piraniya pêwîst a ji bo avakirina hikûmetê bi dest bixe.
Dabeşbûna 120 kursiyên parlamentoyê
Li gorî amarên fermî yên komîsyonê, 5 milyon û 716 hezar û 665 dengder beşdarî dengdanê bûn.
Kursiyên partiyan ên li parlamentoyê bi vî awayî dabeş bûn:
Likud: 27 kursî
Yaşar: 21 kursî
Biyaxad: 12 kursî
Lîsteya Hevbeş: 11 kursî
Demokrat: 8 kursî
Raam: 8 kursî
Îsraîl Beytenu: 7 kursî
Cihûtiya Tevratê ya Yekgirtî: 7 kursî
Otzma Yehudît: 7 kursî
Şas: 6 kursî
Siyonîzma Olî: 6 kursî
Bipaşketina eniya desthilatê û serkeftina dîrokî ya Ereban
Li gorî van encaman, eniya Netanyahu bi bidestxistina 53 kursiyan rastî bipaşketineke mezin hat.
Eniya Netanyahu di serdema borî ya parlamentoyê de xwediya 68 kursiyan bû.
Li hemberî vê, eniya li dijî Netanyahu 48 kursî bi dest xistin.
Partiyên Ereban (Lîsteya Hevbeş û Raam) jî 19 kursî bi dest xistin.
Partiyên Ereban bi vê encamê serkeftineke dîrokî û bêhempa tomar kir.
Vê carê kursiyên Ereban li gorî hilbijartina berê nêzîkî du qatan zêde bûn.
Eniya li dijî Netanyahu bi kursiyên partiyên Ereban dikare bi hêsanî hikûmetê ava bike.
Lê belê piraniya partiyên mixalefetê razî nînin ku bi Ereban re hevalbendiyê bikin.
Redkirina gumana sextekariyê û hişyariya Serokkomarêê Îsraîlê
Komîsyona Hilbijartinan ew gotegot red kirin ku behsa sextekariyeke berfireh an jî desttêwerdana Qeterê dikirin.
Birêvebirê Giştî yê biwekalet ê komîsyonê Din Livni li ser mijarê daxuyaniyek da.
Livni got, "Ew raporên ku hatine belavkirin bi temamî bêbingeh in û lêkolîn dê ti bandorê li ser encamên dawî nekin."
Encamên fermî dê çarşemê radestî Serokkomarê Îsraîlê Isaac Herzog werin kirin.
Piştî wê yekê Herzog dê bi serokên partiyan re bicive da ku pêşniyarên wan wergire.
Ev pêşniyar dê li ser diyarkirina wî kesî bin ku dê ji bo avakirina kabîneya nû bê erkdarkirin.
Herzog hişyarî da partiyên siyasî û daxwaz kir ku bi "mêjiyekî vekirî" dan û standinan bikin.
Armanca vê ew e ku welat tûşî xûleke din a hilbijartinê nebe.
Li aliyê din, Netanyahu û Gadi Eisenkot her yek ji wan rijd e ku dê bibe serokwezîrê bê.
Parlamentoya nû ya Îsraîlê dê 10ê Çiriya Paşîn sonda yasayî bixwe.
Tê pêşbînîkirin ku gotûbêjên avakirina hikûmetê gelekî aloz bin û zêdetirî du mehan bidomin.
Rewş wisa ye ku ti enî nêzîkî piraniya pêwîst nîne ku ew jî 61 kursî ye.



