Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Rewşên Awarte û Karesatan a Sûriyeyê ragihand ku ji ber pêla barana gur û lehiyê li çend parêzgehan herî kêm 5 kes mirine û 5 kesên din jî winda ne.
Wezaretê di daxuyaniyekê de diyar kir ku 4 ji wan kesên ku ji ber lehiyê mirine zarok in û ew xelkê gundewarên parêzgehên Reqa û Dêrezorê ne.
Her wiha 5 kesên din li parêzgehên Reqa, Dêrezor û Helebê winda bûne û tîmên hawarçûnê xebatên lêgerînê didomînin.
25 kes hatin rizgarkirin
Li gorî daxuyaniya Wezareta Rewşên Awarte, tîmên parastina sivîl ên Sûriyeyê di xebatên xwe yên li qadê de 25 kes li parêzgehên Reqa, Dêrezor û Humsê rizgar kirin.
Hat zanîn ku ew kes ji ber lehiyê asê mabûn an jî wesayîtên wan di nav herî û avê de mabûn.
Tîmên hawarçûnê li herêmên karesatê ne
Wezaretê diyar kir ku tîmên wan li hemû deverên ku zerer dîtine hatine bicihkirin.
Her wiha tîm bi hevahengiya li gel aliyên pêwendîdar bersiva welatiyan û bangên alîkariyê didin da ku rewşê bixin bin kontrola xwe û xelkê ji metirsiyên hewayê biparêzin.



