Hewlêr (Rûdaw) - Amerîkayê ragihand ku ew îşev şeva pêncan li pey hev êrişî Îranê dikin.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) diyar kir ku êrişê saet 21:00ê ya bi dema Hewlêrê dest pê kiriye û ragihand:
“Îro saet 14:00an bi dema Amerîkayê, ji bo şeva pêncem li pey hev, me pêleke nû ya êrişan li Îranê da destpêkirin ku em şiyana wê ya leşkerî kêmtir bikin.”
Şerê di navbera Amerîka û Îranê de yê li ser kontrolkirina Tengava Hurmizê ya stratejîk gurtir bû.
Amerîkayê gelek herêmên Îranê bombebaran kir û li beramberî vê yekê Îranê jî êrişî hevpeymanên Amerîkayê yên li Kendavê kir.
Ev şer û pevçûnên nû tenê mehekê piştî wê peymana demkî pêk tên ku her du aliyan ji bo rawestandina şerê ku dawiya Sibatê dest pê kiribû li hev kiribû.
Li Ehwazê nexweşxaneyek hat valakirin
CENTCOMê eşkere kir ku wan gelek armancên leşkerî yên li nav Îranê bombebaran kirine ku şiyana Îranê ya ji bo êrişkirina li ser keştiyên bazirganî yên li Tengava Hurmizê kêm bikin.
Li Ehwazê ji ber bombebarana Amerîkayê ya li herêmeke li başûrrojavayê Îranê, nexweşxaneyeke taybet a penceşêra zarokan hat valakirin.
Mamosteyekî 34 salî yê bi navê Hanî ku li Ehwazê dijî got:
“Êriş gelekî giran bûn, destên min dilerizîn.
Herî kêm 11-12 teqîn çêbûn, guhên min hindik mabûn biteqin.”
Wezareta Karên Derve ya Îranê ev êriş wekî “hovane” bi nav kir.
Medyaya Îranê ragihand ku mûşek li Balafirgeha Semnanê ya li bakurê Îranê ketine û li Tehranê jî pergalên parastina asmanî ketine nava liv û tevgerê.
Her wiha êrişî Girava Qeşmê û Bendera Bender Ebasê ya li başûrê Îranê hatiye kirin.
Li gorî amarên hikûmeta Îranê, ji hefteya borî ve heta niha herî kêm 30 kes di êrişên Amerîkayê de hatine kuştin.
Bersiva Îranê û êrişên li Hewlêrê
Supaya Pasdaran a Îranê li beramberî êrişên Amerîkayê, bi mûşekên balîstîk êrişî baregeheke asmanî ya Amerîkayê ya li Urdinê kir.
Her wiha welatên wekî Kuweyt û Behreynê ragihand ku ew rûbirûyî êrişên dronên Îranê bûne û wan alarm lê daye.
Li Hewlêrê jî Konseya Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku Hevpeymaniya Navneteweyî 8 dronên bombebarkirî li asmanê bajêr xistine.
Îranê ragihand ku heta Amerîka êrişên xwe ranewestîne, ew dê Tengava Hurmizê ya ku ji bo petrol û gaza cîhanê gelekî girîng e bigirin.
Amerîkayê jî li beramberî vê yekê ducare dorpêç danî ser benderên Îranê û gule li tankereke petrolê reşandin ku xwestibû dorpêçê bişikîne.
Serokê Amerîkayê Donald Trump gef xwar ku eger Îran venegere ser maseya dan û standinê, ew dê êrişî pir û stasyonên elektrîkê yên li Îranê bike.
Artêşa Îranê jî hişyarî da ku eger Trump vî karî bike, Îran dê “hemû binesaziya herêmê xera bike.”
Tevî van gefan jî Koşka Spî dibêje ku deriyê Trump ji bo “dîplomasî û dan û standinê” vekirî ye û Îranî jî dixwazin bigihin peymanekê.
Ji bo nîşandana niyeta pak, Îranê welatiyeke Amerîkayê ya bi navê Dîna Kerarî ya ku ji sala 2024an ve girtî bû berda û Trump jî ji bo vî karî spasiya Îranê kir.



