Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan li dijî Îranê dest bi pêla duyem a êrişan kiriye.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) li ser hesabê xwe yê Xê derbarê mijarê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên Amerîkayê saet 22:00an (bi dema Kurdistanê) dest bi operasyonên pêla duyem a li dijî Îranê kiriye.
Hat eşkerekirin ku ev êriş şiyana leşkerî ya Îranê dikin hedef û ew şiyana leşkerî ji bo gefxwarina li keştiyên li Tengava Hurmizê tê bikaranîn.
Tengava Hurmiz ji bo bazirganiya cîhanî xwedî girîngiyeke jiyanî ye.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
"Artêşa Amerîkayê bi fermana Fermandarê Giştî (Donald Trump) Îranê berpirsyar dibîne."
CENTCOMê saet 13:00an jî ragihandibû ku hêzên Amerîkayê pêla yekem a êrişên li Îranê daye destpêkirin.



