Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Urdinê ragihand ku wan 3 mûşekên balîstîk ên ku ji axa Îranê hatibûn berdan, bi rêya pergalên parastina asmanî teqandine.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Urdinê (PETRA), pergalên parastina asmanî berê sibehê mûşekên balîstîk ên Îranê îmha kirine.
Rayedarekî leşkerî yê ku navê wî nehatiye eşkerekirin ji ajansê re gotiye:
"Pergalên me yên parastina asmanî, îro berê sibehê 3 mûşekên balîstîk ên ku ji axa Îranê hatibûn û ketibûn qada asmanî ya Urdinê, asteng kirin û tune kirin."
"Qada asmanî parçeyekî serweriya me ye"
Wî rayedarî destnîşan kir ku qada asmanî ya Urdinê "parçeyekî serweriya welêt e ku nayê veqetandin" û diyar kir ku di bûyerê de ti kes nemiriye û ti zerera madî jî çênebûye.
Rayedarê leşkerî li ser biryardariya wan a ji bo parastina sînoran û qada asmanî wiha peyivî:
"Hêzên Çekdar ên Urdinê her cure binpêkirina serweriya Urdinê red dikin. Li hemberî her cure gefên li ser qada me ya asmanî, em dê di çarçoveya rêzikên şer ên pesendkirî de tevbigerin.
Ji bo parastina ewlehiya niştimanî, hemû tevdîr dê bêyî tewîz û bêyî derengketin werin standin."
Êrişî baregeha Amerîkayê kirin
Li hêla din, artêşa Îranê berî demeke kurt ragihandibû ku wan bi dronên kamîkaz êrişî Baregeha Asmanî ya Muvaffaq es-Saltiyê ya li herêma Ezrakê ya Urdinê kiriye.
Tê zanîn ku di wê baregehê de leşker û balafirên Amerîkayê hene.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) jî ragihand ku wan pêleke nû ya êrişan li ser Îranê bi dawî kiriye û li derdora Tengava Hurmizê û herêmên qeraxê yên Îranê bi dehan xalên leşkerî kirine hedef.



