Hewlêr (Rûdaw) - Benjamin Netanyahu hişyariyeke tund da û soz da ku eger Îran êrişeke nû bike, ew dê bi hêzeke mezin bersivê bidin.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di vîdeokonferansekê de ku ji aliyê nivîsgeha wî ve hat weşandin ragihand:
"Ez ji serkirdeyên Îranê re dibêjim, wisa nefikirin ku eger hûn êrişî me bikin, dê rewş bi aramî û bêdengî bimîne."
Serokwezîrê Îsraîlê bal kişand ser guherîna stratejiya welatê xwe û got:
"Ew serdem bi dawî bû ku aliyek li me bide û em bi lêdaneke tund bersivê nedin."
Ev hişyariya Netanyahu di demekê de ye ku aloziyên li herêmê gihîştine lûtkeyê.
Amerîkayê 3 şevan li pey hev pêleke berfireh a bombebaranan li Îranê da destpêkirin.
Tehran jî bi êrişên li welatên cîran bersivê dide.
Gefa Trump û êrişên Îranê
Doh Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew dê îşev (şeva Sêşemê) û sibe (şeva Çarşemê) bi tundî êrişî Îranê bikin.
Îranê jî êrişî welatên cîran ên wekî Behreyn, Îmarat û Qeterê kir.
Roja 28ê Sibatê, Amerîka û Îsraîlê êrişî Îranê kiribû û Îranê jî bi êrişên li welatên cîran bersiv dabû.
Îsraîl heta niha neketibû nav vê gera nû ya şer.
Amerîka gefa kontrolkirina Tengava Hurmizê dixwe û dixwaze ji sedî 20ê barên ku di tengavê re derbas dibin wergire.
Îran vê daxwazê red dike û berpirsên Tehranê dibêjin ku tengav di bin kontrola wan de ye.
Tehran jî dixwaze bacên xizmetguzariyê yên derbasbûnê bistîne.
Xala pêncem a peymana di navbera Îran û Amerîkayê de taybet e bi birêvebirina Tengava Hurmizê lê her aliyek li gorî berjewendiya xwe şîrove dike.
Lihevnekirina li ser birêvebirina tengavê metirsiya li ser veguhastina enerjî û kel û pelan çêdike ku bihayê wan salane digihe nêzîkî trîlyonek dolarî.
Standina bac û kirêya parêzvaniyê ya ji keştiyan a ji aliyê Îran û Amerîkayê ve, tê wateya zêdebûna mesrefa veguhastinê.
Di encamê de ev dê bi bihabûna kel û pel, xwarin û enerjiyê bi dawî bibe.



