Hewlêr (Rûdaw) - Îmaratê ragihand ku li korîdora başûr a Tengava Hurmizê du tankerên wan ên petrolê bi mûşekên Îranê hatine lêdan.
Hêzên Pasdaran ên Îranê êriş piştrast kir û angaşt kir ku Amerîkayê tanker neçar kirine ku di "rêyeke neyasayî" re derbas bibin.
Wezareta Parastinê ya Îmaratê daxuyand ku li nava avên Umanê, tankerên petrolê yên bi navê "Mombasa" û "Al-Bahia" bi mûşekên Îranê bûne hedef.
Kuştî û birîndar hene
Li gorî daxuyaniyê, di êrişa li ser tankera Mombasayê de xebatkarekî Hîndistanî miriye.
Her wiha 8 kes birîndar bûne ku rewşa 4 ji wan giran e. Hat diyarkirin ku ji birîndaran 6 Hîndistanî û 2 jî welatiyên Ukraynayê ne.
Piştî êrişa bi mûşekan di her du tankeran de agir derket lê agir hat kontrolkirin û zerer gihîşt keştiyan.
Îmaratê Îran şermezar kir
Wezareta Parastinê ya Îmaratê ev êriş wekî "binpêkirina eşkere ya hiqûqa navneteweyî" û "gefa cidî ya li ser aramî û ewlehiya herêmê" pênase kir û ew şermezar kir.
Wezaretê destnîşan kir ku ew dê ji bo parastina serwerî, ewlehî û berjewendiyên xwe hemû tevdîrên pêwîst wergirin û mafê wan ê bersivdayînê parastî ye.
Li hêla din, Wezareta Karên Derve ya Îmaratê jî diyar kir ku bikaranîna Tengava Hurmizê ya wekî amûreke fişarê "keleşiya deryayî" ye.
Wezaretê bangî Îranê kir ku êrişan rawestîna û tengavê bê şert ji bo trafîka deryayî ya navneteweyî veke.
Îran: Amerîkayê rêya neyasayî nîşanî wan da
Hêzên Pasdaran ên Îranê li ser bûyerê daxuyaniyek da û angaşt kir ku artêşa Amerîkayê hinek keştiyên bazirganî han dane ku di "rêyeke neyasayî" re di Tengava Hurmizê re derbas bibin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku hişyariyên Navenda Çavdêriya Ewlehiya Deryayî nehatine liberçavgirtin, ji ber wê jî her du tankerên mezin bûne hedef û hatine bêbandorkirin.
Pasdaran li ser mijarê ragihand, "Hevkariya bi dijmin re ya li Tengava Hurmizê, vekirina tengavê dereng dixe û dibe sedema krîza enerjiyê ya cîhanî."
Îran dibêje ev êriş di çarçoveya tevdîrên ewlehiyê de hatiye kirin lê Îmarat, Îranê bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî tohmetbar dike.
Vê bûyerê aloziya di navbera Tehran û welatên Kendavê de gurtir kir.



