Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku bi fermana Serokê Amerîkayê Donald Trump êrişên asmanî yên li ser Îranê di şeva sêyem de jî berdewam kiriye.
CENTCOMê eşkere kir ku armanca wan a sereke lawazkirina şiyana Îranê ya ji bo êrişên li ser keştiyên bazirganiyê ye.
Li ser hesabê medyaya civakî yê CENTCOMê hat gotin, "Bi fermana Serok Donald Trump, şeva sêyem jî li pey hev êrişên asmanî yên li ser Îranê dest pê kir."
Pişt re di daxuyaniyeke din de hat ragihandin ku êriş 13ê Tîrmehê saet 22:15an (bi dema Amerîkayê) bi dawî bûne.
CENTCOMê diyar kir ku di çarçoveya operasyona ku nêzîkî pênc saetan ajotiye de, li qeraxên başûr ên Îranê li gelek hedefên leşkerî hatiye xistin.
Li gorî daxuyaniyê, li Bûşehr, Çabehar, Cask, Konarek, Girava Ebû Mûsa û Bender Ebasê tesîsên leşkerî bûne hedef.
CENTCOMê destnîşan kir ku armanc lawazkirina hêza Îranê ya li Tengava Hurmizê ye.
Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin, "Niha li Rojhilata Navîn zêdetirî 50 hezar leşkerên Amerîkayê peywirdar in. Hêzên Amerîkayê di amadebaşiyê de ne, kujende ne û ji bo peywirê amade ne."
Daxuyaniya Donald Trump
Serokê Amerîkayê Donald Trump doh li Koşka Spî ji rojnamegeran re axivî.
Trump diyar kir ku hêzên Amerîkayê şiyana leşkerî ya Îranê ya li Tengava Hurmizê dikin hedef û anî zimên:
"Em vê şevê êriş dikin û hemû şiyana wan a li ser Tengava Hurmizê ji holê radikin."
Donald Trump her wiha destnîşan kir ku şer gurtir dibe lê hîn li gel Tehranê peymaneke dîplomatîk gengaz e.


