Hewlêr (Rûdaw) - Îro di roja yekem a vebûna bazaran a vê hefteyê de, bihayê petrolê bi rêjeya zêdetirî ji sedî 4an bilind bû.
Bilindbûna bihayê petrolê ji ber êrişên nû yên Îran û Amerîkayê ye ku metirsî li ser veguhastina enerjiyê ya li Kendavê ava kiriye.
Bihayê petrola brent a Deryaya Bakur îro zêdetirî ji sedî 4an ango 3 dolar û 10 sentan bilind bû û bermîlek bi 79 dolar û 11 sentan hat firotin.
Bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê jî bi rêjeya ji sedî 4,11an ango 2 dolar û 95 sentan bilind bû û bi 74 dolar û 36 sentan hat firotin.
Daxuyaniyên CENTCOM û Pasdaran
Amerîkayê ragihand ku wan pêngaveke nû ya êrişên li ser Îranê temam kiriye.
Li aliyê din, Artêşa Îranê ragihand ku wan gelek baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li Urdin, Behreyn û Kuweytê bombebaran kirine.
Aloziya li Tengava Hurmizê
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Tengava Hurmizê vekirî ye lê Îranê diyar kiriye ku tengav li ber wan keştiyên ku bêyî destûr hewl didin derbas bibin hatiye girtin.
Amarên şirketê Kplerê yên li ser tevgera deryayî eşkere kir ku roja yekşemê tenê 6 keştî di Tengava Hurmizê re derbas bûne ku ev di pênc hefteyên dawî de hejmara herî kêm e.
Gumanên li ser peymana aştiyê
Gurkirina aloziyan guman li ser bicihanîna peymana di navbera Îran û Amerîkayê ya ji bo bidawîkirina şer peyda kiriye.
Saziya Navneteweyî ya Enerjiyê ragihand ku piştî peymanê, qebareya hinartina petrolê ya bi rêya Tengava Hurmizê meha borî gihîştiye 4,1 milyon bermîlan ku hîn jî 9,4 milyon bermîlan ji dema berî şer kêmtir e.
Hêviyên agirbestê kêm dibin
Banka ANZê li ser vê mijarê diyar kir, "Piştî gurbûna aloziyên nû, hêviyên ji bo bidawîhatina pevçûnan ber bi kêmkirinê ve diçin."
Analîstê şirketê şêwirmendiyê ya IGyê Tony Sycamore li ser vê mijarê anî zimên:
"Bazarê pevçûnên nû yên di navbera Amerîka û Îranê de bi girîngî wergirtine û hestek di nav bazarê de heye ku dibe agirbesta wan a lawaz di dawiyê de bi ser nekeve."

.jpg&w=3840&q=75)