Hewlêr (Rûdaw) - Amerîkayê ragihand ku wan pêngaveke nû ya êrişên li ser Îranê temam kiriye.
Li aliyê din, Artêşa Îranê ragihand ku wan gelek baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li Urdin, Behreyn û Kuweytê bombebaran kirine.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) îro li ser hesabê xwe yê torên civakî diyar kir ku hêzên wan pergalên parastina asmanî, stasyonên radaran ên li qeraxan, şiyanên dron û mûşekan û gelek kelekên biçûk ên Îranê kirine hedef.
Amerîkayê di vê pêngavê de balafirên şer, keştiyên şer û dronên bombebaranê bi kar anîn.
Bersiva Tehranê
Medyaya fermî ya Îranê ragihand ku Pasdaran wekî tolhildanekê êrişî hinek armanc û baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li Urdin, Behreyn û Kuweytê kiriye.
Ajansa nûçeyan a IRNAyê destnîşan kir ku Baregeha Asmanî ya Şahzade Hesen a li Urdinê, Navenda Birêvebirina Dronan a Amerîkayê ya li Behreynê û Baregeha Asmanî ya Elî Salim a li Kuweytê bûne armanc.
Li gorî CENTCOMê, êrişên nû yên Amerîkayê 140 pêgehên li nav Îranê kirine armanc.
Hurmiz û şerê kontrolkirina şahrêya enerjiyê
Piştî ku Îranê doh serê sibehê êrişî keştiyeke bazirganiyê ya li Tengava Hurmizê kir alozî gurtir bû.
Di keştiyê de agir derket û karmendên wê neçar man ku keştiyê biterikînin.
Artêşa Pasdaran ragihand, "Tengava Hurmizê heta demeke nediyar û heta bidawîbûna destwerdanên Amerîkayê yên li herêmê dê girtî bimîne."
Lê belê CENTCOMê diyar kir ku tengav ji bo hemû keştiyên ku bi awayekî yasayî kar dikin vekirî ye û diyar kir, "Kontrola tengavê ne di destê Îranê de ye û hatin û çûyîn didome."
Kontrolkirina vê rêya avî ya ku ji sedî 20ê petrol û gaza cîhanê tê re derbas dibe, bûye karta sereke ya fişarê ya Îranê.
Şêwirmendekî Rêberê Îranê anî zimên ku girîngiya Hurmizê ji "bi dehan bombeyên atomî" zêdetir e.
Amar
Li Îranê: Medyaya Tehranê ragihand ku herî kêm 10 ton teqemenî li girava Qişmê hatiye barandin. Li girava Farurê karmendek mir û du kes jî birîndar bûn. Her wiha li bajarê Mehşehrê, di êrişên Amerîkayê yên li ser stasyoneke avê de kesek mir û çar kes jî birîndar bûn.
Li Kuweytê: Zerer gihîşt sê baregehên parêzvanên sînor ên li bakurê welêt û drona Amerîkayê li platformeke petrolê ya li nav deryayê xist, di encamê de kesek birîndar bû.
Li Urdinê: Rayedarên Umanê ragihand ku sê mûşekên Îranê li nav axa welatê wan ketine.
Li nav deryayê: Di encama êrişa li ser keştiyeke bi alaya Qibrisê de, deryavanekî Hîndistanî winda bûye.
Helwesta tund a Umanê û gefa Trump
Artêşa Pasdaran ragihand ku wan êrişî Umanê jî kiriye. Mesqatê yekser bangî balyozê Îranê kir û noteyeke tund a nerazîbûnê da wî.
Divê were gotin ku Uman her tim di navbera Tehran û Washingtonê de roleke navbeynkariyê dileyîze.
Li aliyê din, Serokê Amerîkayê Donald Trump roja înê hişyariyeke tund da Tehranê û diyar kir ku her hewla ji bo kuştina wî dê bibe sedem ku Amerîka Îranê "bi temamî tune bike."
Lê navbeynkarên ku di nav wan de Pakistan jî heye dixwazin ku rewş aram bibe.
Wezîrê Karên Derve yê Pakistanê Îshaq Dar di pêwendiyeke telefonî de ji hevtayê xwe yê Îranî re got ku tenê diyalog û dîplomasî rêya çareseriyê ne.
Her wiha Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres jî xwest ku ev êriş yekser werin rawestandin.
.jpg&w=3840&q=75)
